Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de, derbarê binpêkirinên dermafê kadroyên pizîşkî li Sûriyê pêkhatine eşkere kir ku ji sala 2011an de ta niha 857 kadroyên pizîşkî hatine kuştin, û 3353 girtî û binçavkirî ne, û bal kişand ku derdora 85% li ser destê rijêma Esed û Rûsiya bûn.
Û rapora ku duh pênşemê derketiye, diyar kir ku 857 kadroyên pizîşkî li Sûriyê ji adara 2011an de ta îlona 2020an li ser destê hêzên çalak hatin kuştin, 87 ji wan ji ber îşkencê ne, û raporê got ku 652 ji wan li ser destê rijêmê ne, di nav de 84 ji ber îşkencê canê xwe ji dest dan, û 69 li ser destê hêzên Rûsî bûn.
Û raporê got ku 36 kadroyên pizîşkî li ser destê rêxistina Daişê hatine kuştin, û 6 li ser destê milîsên PYD, yek ji wan ji ber îşkecê bû, û hêzên Hevpeymana Navdewletî bûn sedema kuştina 13 kadroyên pizîşkî, û 2 kadir li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hatin kuştin, 79 li ser destê aliyin din, di nav de 2 ji ber işkencê canê xwe dane.
Û raporê anî ziman ku ne kêmtir ji 3353 kadroyên pizîşkî hîn li ser destê hêzên çalak li Sûriyê girtî an binçavkiriyên kotekî ne, û 3327 jê li ser destê rijêmê hatine girtin, û 4 li cem Heyet Tehrîr Elşam in, 13 li cem milîsên PYDe ne, 4 li cem aliyin çekdar girtî ne, û 5 li ser destê rêxistina daişê hatibûn girtin û ta niha binçavkirî ne.
Û di raporê de hat ku ne kêmtir ji 762 dijminkariyan dijî avahiyên pizîşkî ji adara 2011an ta îlona 2020an li ser destê hêzên çalak pêk hatine, jê 543 li ser destê hêzên rijêmê, 208 li ser destê hêzên Rûsî, û 19 li ser destê rêxistina Daişê bûn, û hêzên Hevpeymana Navdewletî 16 dijminkarî pêkanîne, û 4 dijminkarî li ser destê milîsên PYD bûn, û 2 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û yek li ser destê Partiya Îslamî ya Tirkistanî, û 69 dijminkarî li ser destê aliyin din pêk hatin.
Û raporê bal kişand ser ku rêjeya mezin ji operasyonên girtinê yên kadroyên pizîşkî armanc kirine di navbera herdû salên 2012 û 2013 de bûn, û bal kişand ku hejmara pir ji dijminkariyên li ser avahiyên pizîşkî li Sûriyê di sala 2015 û 2016 de bûn.
Û rapora Tora Sûrî ya Mafnasî daxwaza fişarê li ser rijêmê kir, daku bilez 3327 ji kadroyên pizîşkî serbest berdin, her weha veguhestina doseya Sûrî bo Dadgeha Cezayan ya Navdewletî û sûcdarkirina tevaya kesên tevlî pirosesên kuştin û girtinê bûne, tevî rijêma Rûsî piştî hate çespandin ku wê tewanên cengê pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî