Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendî pêşwaziya pêngava Ewropî ya girêdayî tevlêkirina 8 wezîran ji yên rijêmê li nav lîsteya cezayên taybet bi Yakîtiya Ewropî dike, yaku kesên tevlî tewanên rijêmê dijî gelê Sûriyê bûne armanc dike.
Ev ceza pêngavin erênî ne, û diyar dike ku dewletên Ewropî rewşa Sûriyê dişopînin, û li berdewamiya fişarên xwe bo xurtkirina derfetên çareya siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlehî 2254 û daxwiyaniya Cinêvê ya sala 2012 miqate ye.
Ev danûstandina erênî li gel van pêngavan û pêşwaziya wê dibe, tevî baweriya me ku kesayetên di wezaretên rijêmê de ti nirxê wan yê rasteqîn nîne, û ew tenê peyên ku dezgehên ewlekariyê û efserên wan ên ku biryar di destê wan de ye wan dilvînin.
Xurtkirina sizayên navdewletî bi pêngavên piratîk tiştekî pêwîst e, ji ber rijêm jî ji 50 salî de ji ser ya xwe daneketiye û pabendî bi biryarên navdewletî nekiriye, bêyî fişarên navdewletî û di bin gefa yekser û bikaranîna hêzê de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
7 çirya paşî 2020