Yekîtiya Şoreşgerên Helebê bi beşdariya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Tevgera Kar û Kombenda Kurdên Serbixwe û Navenda Muqarebat semînarek di bin navê “Daxwaznameya Gelêrî Riya Xwe Heya Cenêvê Berdewam Dike”, yaku Yekitya Şoreşgeran ji du hefteyan de dest pê kiriye lidar xist, wek derbirîna redkirina kolana Sûrî û nerazîbûna wê ji gihiştina Rûsiya bo Encûmena Mafên Mirovan.
Û di semînarê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ve Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş û Endamê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat û Serokê Tevgera Kar û Endamê Hevbendiyê Ehmed Remedan amade bûn, û mûnerên saziyên çalak ên din ve yên di semînarê de beşdar bûne, Cîgirê Serokê Kombenda Kurdên Serbixwe Redîf Mustefa û Endamê Encûmena Rêvebiriya Navenda Miqarebat Ebas Şerîfê û Serokê Yekîtiya Şoreşgerên Helebê Ebas Elmosewî û Berpirsê Ofîsa Siyasî ya Yekîtiya Şoreşgeran, Hiyam Iskêf amade bûn, her weha D. Ebdulkerîm Bekar û endamên Emîndariya Giştî ya Yekîtî û partî û tevgeran beşdar bûn.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Hebûş got ku ev seminar di nav çarçoveya pişikdarî û hevkarî û hevrêzkariya di navbera saziyên şoreşgerî yên hundirê Hevbendiya Niştimanî tê, û bi navê Hevbendiya Niştimanî sipasiya Yekîtiya Şoreşgerên Helebê li ser xebatên pê radibin û çalakiyên li deverên rizgarkirî lidar dixin kir.
Û Endamê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat li ser girîngiya destpêşxeriyên li ser asta gelêrî û astên şoreşa Sûrî axivî, û bal kişand ser pêwîstiya pêşkêşkirina pêşniyaran li ser asta siyasî û helmetên piştgiriya siyasî bo rikberiya Sûrî.
Û Berekat bal kişand ser girîngiya rola şoreşgerên Helebê di vegerandina geşbûna şoreşgerî û tevlêbûna gelêrî bo şoreşa Sûriyê, her weha pêwîstiya rola wê di hişyarkirina gelê Sûrî di vê qonaxa hestyar ji temenê şoreşa Sûriyê de.
Û semînarê behsa helmeta daxwaznameya gelêrî dijî gihandina Rûsiya bo Encûmena Mafên Mirovan kir, û beşdar li ser armancên helmetê û beşdariya saziyên şoreşgerî yên fermî têde li gel partiyên siyasî axivîn, û pêşniyar derbarê pêşvebirina helmetê di dema ku ew di riya xwe ya berve Cinêvê diçe daku radestî Encûmena Mafên Mirovan bike pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî