Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pêşwazia cezayên Ewropî yên nû Yekîtiya Ewropa li ser 8 wezîrên Hikûmeta rijêma Esed de sepandine kir, ji ber berpisyariya wan di ber serkutkirina xwîndar yaku rijêma Beşar Esed ji sala 2011an de dermafê gelê Sûrî pêk tîne.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku cezayên dawîn gaveke erênî ye, û divê fireh bibe, daku bighîne hemû sembolên rijêmê yên berpisyar di ber pêkanîna tewan û binpêkirinan de, û got ku pêwîste ev cezayên nû bi rêşûnên vebir bên piştgirkirin.
Ev piştî ku Yekîtiya Ewropa duh înê navê 8 wezîrên hikûmeta nû ya rijêma Esed li ser lîsteya cezayan zêde kirine hat, û daxwiyaniya Encûmena Yekîtiya Ewropa anî ziman ku Encûmanê biryar da ku 8 endamên din ji hikûmeta rijêmê li lîsetya kesên rêşûnên Yekîtiya Ewropî li ser hatine sepandin zêde kir, ji wezîrên li vê dawiyê hatine nîşankirin.
Û di lîseteya nû ya Yekîtiya Ewropî de navên Wezîrê Neftê û Smanên Menîralî, Bassam Tohme, yê Pîşesazî Ziad Sabbagh, yê Tenduristî Hassan Ghobasha, yê Çandiniyê Mihemed Hesen Qattana, yê Hêza Elektrîkê Ghassan Zamel, her weha navê sê wezîrên dewletê, Mihemed Fayiz Barsha, Malloul Hussein û Mihemed Samir Haddad hatin.
Tê zanîn ku berê jî Yekîtiya Ewropa di 16 çirya pêşîn ya bûrî de ceza li ser hin wezîrên rijêmê sepandin, jê Wezîrên Darayî Kinan Yaghi, Wezîrê Dadê Ahmed Al-Sayed, Wezîrê Bazirganiyê Talal Al-Barazi, Wezîrê Veguhastinê Zuhair Khazim, Wezîrê Rewşenbîrî Labana Mashouh, Wezîrê Hînkirinê Darem Tabaa, û Wezîrê Çavkaniyên Avê Tamam Raad.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî