Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro çil û yekemîn salvegera komkujiya ku rijêma Esed li bajarê Hemayê pêk aniye ye, yaku tê de nêzî 40 hezar sivîlî di komkujiyeke hovane de yaku dora 26 rojan berdewam kir hatin kuştin, dema ku rijêmê dorpêçeke dijwar li ser bajêr sepand, û operasyonên bombebarankirina himbiz û êrîşa bejayî û bidarvekirinên komî bi serkêşiya tawanbar Rifaat Esed birayê tawanbar Hafiz Esed yê ku serokkomar bû, pêk anîn.
Komkujiya Hemayê ji sala 1982an ve yek ji tawanên herî hovane yên rijêma Esed bû, û ji wan salan ve rêbaza tawankarî ya rijêmê dijî gelê Sûriyê ya ku bi derbasbûna salan re nehate guhartin diyar bû, da ku tawanbar Beşar Esed tiştê ku bavê wî û apê wî ji bo mana li ser desthilatê û talankirina samanên welêt dest pê kiribûn temam bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku Rijêma Esed ya ku bi zordariya leşkerî hatiye ser desthilata Sûriyê, nûneratiya gelê Sûriyê nake, û ew rijêmeke qirkirinê ye û bi salan e tawanên cengê pêk tîne, û bi destpêkirina şoreşa Sûrî di sala 2011an de û pêkanîna wê ji operasyonên kuştinê re bi çekên kîmawî û bermîlên teqîner û çekên curbicur ji bo şikandina vîna gelê Sûriyê, kirêtiya wê ji tevaya cîhanê re eşkere bû.
Hevbendiya Niştimanî piştgîriya pêdariya gelê Sûriyê di rûyê rijêma Esed de dike, û ji civaka navdewletî dixwaze ku pabendiyê bi erkên xwe yên yasayî û rewiştî bike, daku rijêma Esed li ser tawanên ku pêk anîne siza bibe, û veguhestineke siyasî ji bo bicîanîna daxwazên gelê Sûriyê pêk were.
Dilovanî ji pakrewanan re, azadî bo girtiyan, serkeftin ji şoreşa me ya gewre re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
2 sibat 2023