Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di salvegera çil û yekemîn a komkujiya ku rijêma Esed li bajarê Hemayê pêk aniye de, bal kişand ser ku rijêma Esed nêzî 40 hezar sivîlî di komkujiyeke hovane ya ku dora 26 rojan berdewam kir de kuştin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de di vê boneya biêş de, got ku dema rijêma Esed komkujî pêk anî dorpêçeke dijwar li ser bajêr sepand, û operasyonên bombebarankirina himbiz û êrîşa bejayî û bidarvekirinên komî bi serkêşiya tawanbar Rifaat Esed birayê tawanbar Hafiz Esed yê ku serokkomar bû, pêk anîn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Komkujiya Hemayê sala 1982an yek ji tawanên herî hovane yên rijêma Esed bû, û ji wan salan ve rêbaza tawankarî ya rijêmê dijî gelê Sûriyê ya ku bi derbasbûna salan re nehate guhartin diyar bû, da ku tawanbar Beşar Esed tiştê ku bavê wî û apê wî ji bo mana li ser desthilatê û talankirina samanên welêt dest pê kiribûn temam bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî anî ziman ku Rijêma Esed ya ku bi zordariya leşkerî hatiye ser desthilata Sûriyê, nûneratiya gelê Sûriyê nake, û ew rijêmeke qirkirinê ye û bisalan e tawanên cengê pêk tîne, û bi destpêkirina şoreşa Sûrî di sala 2011an de, û pêkanîna rijêmê ji operasyonên kuştinê re bi çekên kîmawî û bermîlên teqîner û çekên curbicur ji bo şikandina vîna gelê Sûriyê, kirêtiya wê ji tevaya cîhanê re eşkere bû.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser piştgîriya pêdariya gelê Sûriyê di rûyê rijêma Esed de kir, û ji civaka navdewletî daxwaza pabendiyê bi erkên xwe yên yasayî û rewiştî kir, daku rijêma Esed li ser tawanên ku pêk anîne siza bibe, û veguhestineke siyasî ji bo bicîanîna daxwazên gelê Sûriyê pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî