Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi civîna nûnerên Komkara Erebî, Misr, Yakîtiya Ewropa, Firansa, Almaniya, Îraq, Urdin, Nerwij, Qeter, Erebistana Siûdî, Tirkiyê, Birîtaniya û Emrîka yaku li Washington di roja 3 adarê de bo gengeşekirina doza Sûriyê anî ziman.
Ev civîn di demeke giring de hat, piştî civata awarte ya Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî ya ku tê de dewletên ji aştiyê hez dikin dijî êrîşa rijêma Rûsî li ser dewleta Okranya bûne yek, di dema ku rêjima Esed aliyê Botîn digre, wek tekezî li ser ku rijêma Esed nokeriyê ji Rûsiya re dike, û çi wate ji wateyên serweriyê li bal rijêma Esed nemane.
Hevbendiya Niştimanî xweşhaiya xwe bi pabendiya dewletên civyayî bi gihiştina çareya siyasî bo kêşeya Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê 2254, û mukurhatina xwe bi berdewambûna derdeseriyên gelê Sûrî û daxwazên wan bo agirbestê li ser asta niştimanî anî ziman, û cext kirin ku divê alîkariyên mirovahî yên ku jiyana welatiyan rizgar dikin bê astengî di hemû riyan re bigihên, û berdewamiya fişaran ji bo peyketin û dadpirsîna rijêma Esed li ser hemû tawanên ku pêk anîne.
Hevbendî tekeziyê li ser helwestên xwe yên derbarê pirojeya Şanderê Taybet bo Sûriyê ya bi navê Gav bi Gavê dike, û dibîne ku ew wek derketinê ji riya cîbicîkirina biryara 2254 ye, û nayê pejrandin ku ti alîkariyên darayî an siyasî an diplomasî bidin rijêmê hember cîbicîkirina bendên mirovî yên di biryara 2254an de hatine, an alîkariyê bidin rijêmê beranberî tevlêbûna wê ya cidî di Karên Komîteya Destûrî de, yaku rijêm bi jikarêxistina wê tuhmetbar e, di dema ku divê sizayan li ser rijêmê zêde bikin, daku berê wê bidin çareya siyasî.
Û Hevbendî careka dî ji Şanderê navdewletî yê Taybet daxwaza vekirina deriyê danûstandinên yekser ji bo tevaya bendên biryara 2254 dike, û di serî de Desteya Hikumdariya Veguhêz yaku dibe ku rêyê li pêş pirosesa veguhastina siyasî ya tam li Sûriyê xweş bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
05 adar 2022