Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, îro yekşemê, dest bi serdanekê bo Komkara Erebî li Elqahîra paytexta Misirê kir, û di wê serdanê de bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebo Elxêt re civiya.
Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs pêk tê.
Û Şande îro li gel Emîdarê Giştî yê Komkara Erebî civiya, û behsa kartêkerkrina roleke erebî di pirosesa siyasî de kir, daku veguhastina siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên pêve girêdayî û di pêşî de 2118 û 2254 pêk were.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku me li gel Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî behsa pêwîstiya kartêkerkirina rola erebî li Sûriyê ji bo rûbirûbûna pirbûna destêwerdana Îranê ya leşkerî û siyasî û pirojeya wê yaku dixwaze tevna civakî li deverê perçe bike kir, û tekez kir ku Sûriya beşeekî sereke ji derdora xwe ya erebî ye, û ew ji endamên damezrêner ên Komkara Erebî ye.
Û Elmislit daxwaz ji Komkarê û birayên ereb kir, ku piştgiriya gelê Sûriyê di xwastekên wî yên mafdar di azadî û rûmetê de bikin, her weha tekezî li ser girîngiya hebûn û bêhtirkirina piştgiriya erebî di warê mirovahî de bo bakurê Sûriyê yê azad kir, nemaze di warê tenduristî û hînkirinê de.
Û Elmislit cextî li ser pêwîstiya şopandina dûrhiştin û cudakirina rijêma tawanbar û tevlênebûna karên rewakirina an ji biserxistina wê û endamtiya wê di Komkara Erebî de nepejrînin kir, ji ber ku rijêmê rewaya xwe jidest daye û nûnertiya Sûriyê û gelê wê nake, û xwest ku fişar lê bibin daku berve pêkanîna veguhastina siyasî here.
Û Serokê Hevbendiyê daxwaza radestkirina kursiyê Sûriyê yê Komkara Erebî bo Hevbendiya Niştimanî weke nûnerê rewa yê gelê Sûriyê kir, her weha beşdariya Hevbendiyê di komîte û ofîsên Komkarê de.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî, pêşwaziya Şandê Hevbendiya Niştimanî kir, û tekez kir ku çareya siyasî ew takerêça çareseriyê ye bo kirîza Sûriyê, û rêya misogerkirina yekîtiya xaka Sûriyê û serxwebûna wê ye.
Û Emîndarê Giştî piştgiriya Kmkara Errbî ji gelê Sûriyê re yê ku derdeseriyin mezin di deh salên bûrî de kişandine anî ziman, û baweriyên xwe diyar kirin ku divê bi her tiştê pêkan di qonaxa dahatî de rabe ji bo rawestandina vê derdeseriyê, her weha vegerandina jiyana asayî bo Sûriyan di welatekî serbixwe de ku bi rûmet û mirovahî tê de bijî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî