Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Daxwiyaniya wezaretên derve yên Ferensa, Almanya, Italya, Birêtanya û Emerîka, wek piştgiriyê ji gelê sûrî û saziyên civaka sivîl û hêzên şoreş û rikberiya sûrî re hat, û daxwiyaniya hevbeş tekez kir ku ew pirosesa sexte yaku rijêm li deverên di bin kontirola xwe de bicî tîne red dike, û cext kir ku ew piroseseke ne pak û ne azad e.
Daxwiyaniya herpênc dewletan bal kişand ser ku hilbijartin çênabin ku derveyî çarçoveya ku biryara Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî 2254 nîşan kiriye be, yaku divê di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de be, û li gor pîvanên navdewletî yên zelal be, û bi beşdariya tevaya sûriyan be, û di jîngeheke hilbijartinî ya aram û bêalî de be.
Gelê sûrî çavlirêyî pêngavin bêhtir çalak e ji aliyê van dewletan ve, daku li gor rola wan ya serpereştî be di piştgiriya mafên gel û demoqrasiyê de, yaku dikeve çarçoveya berpisyariyên wan yên navdewletî derbarê parastina aştî û ewlehiya navdewletî û peyketin û sizakirina tawanbarên cengê û tawanbarên bikaranîna çekên kîmawî li gel alîkariya cidî û di çarçoveya demeke destnîşankirî de be, ji bo veguhestina siyasî li sûriyê li gor biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî, cenga rijêmê û siponserên wê ya dijî gelê sûrî bidawî bike, û bibe bingehek ji bo avakirina dewleta sivîl û demoqrat.
Sûrî ji tevaya dewletên cîhanê yên azad û hemû sazî û çalakvan û kesên berevaniya mirovahiyê û mafên gelan dikin, bendewarê helwestên şermezarkirina tawanên rijêmê ne, nemaze pirosesa sexte yaku rijêm niha lidar dixe, û kar ji bo piştgiriya hêvî û xebatên gelê sûrî di riya azadî û pêkanîna armancên şoreşê de bikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
26 gulan 2021