Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Me daxwiyaniya Hevrêzkarê Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovahî derbarê veguheztina xwendekaran li Sûriyê daku ezmûnên xwe li deverên di bin kontirola rêjîmê de bikin temaşe kir, ziman û helwestên daxwiyaniyê nebaş û nehevseng bûn, û tevaya wê ji pispor û şopênerên sûrî re şok bû.
Daxwiyanî xuya dike ku Dezgehên Navnetewî bûne berdevk û amûrên rêklamê ji zordar re, û bûne wek alavek ji alavên tewankar û di cenga xwe ya dijî gelê sûriyê de bikar tîne, û daxwiyaniyê bi rengekî yekser an ne yekser, di hemû movkên xwe de, nikarîye hinek ji şermiyê li hember xwîna bisedhezaran cangorî bîne ziman, û hevxemiya xwe bi arîşeya ku bi melyonan Sûrî têde dijîn ji ber tewanên rêjîmê bi dirêjiya salan diyar nekiriye, ew xelkên ku her tiştên xwe yên berê û niha winda kirine, û hidik maye ku pêşeroja xwe jî jidest bidin, eynî ew rêjîm e ya ku bêtir ji 500 dibistanî rûxand, û bi hezaran mamoste û bi sedhezaran xwendekar koçber kirn, û bi deh-hezaran ji wan binçav kirin, û bi hezaran di bin îşkenceyê de kuştin.
Daxwiyaniya ku ji aliyî dezgeheka qedirgiran ya girêdayî bi Netewên Yekbûyî derketiye, beşdariyê di çêkirina wêneyeke sexte bo koma çeteyan dike, koma çeteyan a ku ji Mafiya û rêxistinên terrorist yên li ser êşa Sûriyan dijîn pêk tê, û wêneyê wê koma çeteyan wek dewlet û hikûmeteke mafê mirovan diparêze diyar dike, û hindik maye xwe bike lîstevanekî sereke di rewakirina metirsîdartirîn tewankar di serdema nûjen de.
Gelek rapor û lêpirsînan bêtirî carekê tekez kirine ku rêjîm saziyên navnetewî bi hemû şêweyan ji xwe re bikar tîne, û alîkariyên mirovahî didize ji bo piştgiriya şebîhe û hêzên ewlekarî yên pê ve girêdayî bike, û vaye ev rêxistin jî dikeve dava tewankar , û nikare helwesteke durust û hevseng di vê doza herî diyar de bide.
Ji Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovahî tê xwestin ku lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze, herweha ji giyanê bihezaran xwendekarên ji ber topbaranên asîmanî şehîd ketine, topbarana ku dibistan û peymangeh û zanîngeh û malên wan armanc kirine, di dema ku saziyên navdewletî tenê dilgiraniya xwe derbarê tiştên diqewimîn tanî ziman.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
20 hezîtan 2020