Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan, daxwiyaniyek derxist, tê de tekez kir ku karên navdewletî ne di asta dihat xwestin de bûn, ne ji aliyê rûbirûbûna bobelatê û nehêlana berdewambûna wê û cezakirina yên di ber de berpisyar, û ne jî ji aliyê danûstandina yekser bi encamên wê re û pêşkêşkirina alîkariyan ji derbideran û kesên ziyan li wan bûye re.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku bobelata penaberbûna Sûriyan yaku rêjîma tewankar û terrorîst li Sûriyê pêk aniye, hindik maye têkeve sala xwe ya dehemîn de, û bal kişand ku kêşeya penaberên Sûriyê bû tiracîdiyeke berfireh, û sûrî di rewşekê de dijîn, di serdema nûjen de ti carî wek wê nebûye, li pêş çavê tevaya cîhanê.
Û Hevbendiya Niştimanî careke din hişyarî da ji berdewambûna bobelata ku penaberên Sûriyê tûşî wê bûne, herweha ji encamên wê yên di demên navîn û dûr de, û di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li yasa û rêkeftinên navdewletî yên taybet bi parastina penaberan kir, û nehêle ku ti binpêkirin dermafê wan çêbibin.
Û Hevbendiya Niştimanî sipasiya dewletên dost û bira yên pêşwaziya penaberên Sûriyê kirine an alîkarî ji wan re pêşkêş kirine kir.
Û ji civaka navdewletî xwest ku berpisyariyên xwe derbarê penaberên Sûrî û yên tewan dermafê wan kirine hilgire, û bi hemû şiyanên xwe çareya siyasî ya rasteqîn li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254 ferz bike, daku hêviyên Sûriyan bicî bike, û rê ji vegera bi rûmet û ewle ji hemû penaberên Sûriyê re xweş bike, daku vegerin welat û di avakirin û pêşxistinê de beşdar bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî