Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di heftemîn salvegera destwerdana leşkerî ya Rûsya di Sûriyê de, tekez dike ku Rûsya bi sedan tawanên cengê dijî sivîlên Sûriyê li deverên rizgarkirî pêk anîne, û bi milyonan ji xelkên wê neçarî derbiderî û penaberiyê kirine, ji ber bombebarana hovane ya bi dirêjiya heft salên bûrî ya bûye sedema kuştin û birîndarkirina zêdetir ji 12 hezar sivîlî û pêkanîna zêdetir ji 357 komkujiyan li gorî rêxistinên mafên mirovan.
Rêbaza dijminkarî ya ku Rûsya û rijêma Esed dişopînin, li ser binyada siyaseta sotandina zemînê ye ava dibe, yaku têde bajar, bajarok, kamp, dibistan, nexweşxane û binesaziya deverên rizgarkirî bi hemû cûrê çekan bombebaran kirine, û çekên ku li ser asta navdewletî qedexekirî bikar anîne, lê tevî wê yekê jî civaka navdewletî rê li pêşiyê negirt, û wê yekê Rusya han da li ser êrîşkirina Okranyayê.
Rola Rûsya li Sûriyê ji sala 2011an ve di xizmeta rijêma Esed de ye, ne ji bo gelê Sûriyê ye, û ev yek di pêşkêşkirina piştgiriya tam ji rijêma Esed re di warê siyasî û leşkerî de diyar bû, ji bilî fişarên ku Rûsya di dosya alîkariyên mirovî de dike, bi armanca ku destkeftiyên siyasî ji bo berjewendiya Rêjêma Esed bi dest bixe.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku mîkanîzmeke navdewletî bibîne, daku hêzên Rûsya ji Sûriyê derîne û wê û hevalbendê wê rijêma Esed ji civatên navdewletî dûr bixe, û ti platformekê ji wan re di Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî de terxan neke, her weha daxwaza sizakirina rijêma Esed li ser tawanên cengê yên ku bi alîkariya Rusya pêk anîne dike, û bi awayekî cidî û kartêker piştgiriya veguhestina siyasî li gorî biryara 2254 bike, û jîngeheke aram bo vegera penaberên Sûrî li gorî daxwaza wan peyda bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
29 îlon 2022