Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dijminkariya terorîstî ya milîsên Îranî li ser Herêma Kurdistana Iraqê li bakurê welêt ya ku têde mûşek û firokeyên bêfirokevan bikar anîne, û êrîş bûye sedema kuştina 13 kesan û birîndarbûna bidehan di bîst û nehê Îlona sala 2022an de, şermezar dike.
Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê dike ku hebûna Îranê li çi dewletê dibe sedema belavbûna terorîzm û wêranî û nearamiyê, ji ber ku xwe dispêre rêbazeke mezhebî ji bo ku armancên berferehkirinê yên wêrankarî li ser asta herêmê pêk bîne, û ev yek li Sûriyê diyar bû, çimkî Îranê alîkariya rijêma Esed kir, û bidehên girûpên milîsan şandin, da ku beşdariyê di kuştina gelê Sûriyê yê daxwaza azadiyê kiriye bikin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza bizavên zêdetir ji civaka navdewletî û Komkara Dewletên Erebî dike, ji bo pêkanîna aştiyê li devera erebî di riya cîbicîkirina hêviyên gelan re, û kar li ser dadpirsîna tawankarên cengê bibe, û destekên terorist ji deverê bên derxistin, daku xelkê deverê karibin biryara çarenûsa xwe bidin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 îlon 2022