Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî careke din dijminkarî û kiryarên wêrankirinê ên ku milîsên PYD yên terrorîst dijî ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd û navendên fêrkirin û kultûrî yên çalak li deverê û hewildanên tirsandina kesên rêvebiriya wan dikin û girtina deriyên wan navendan û çespandina jîngeha sitemkarî û serkutkirinê yaku milîsên PYD pê radibin şermezar dike.
Wek ku berî vê bi çend rojan ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd armanc kirine û şewitandine, şeva sêşema bûrî kiryarên wêrankirinê yên nû kirin, û bi mebest navendên fêrkirinê li bajarê Qamişlo şewitandin û hewilên xwe kirin ku êrîşî navendeke zimanan a dîtir bikin.
Hevbendiya Niştimanî dengê xwe tevlî dengê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û daxwazên wê yên mafdar dike, û cextiyê li ser metirsiyên van milîsan û kiryarên wan ên terorîstî û dijminkariyên wan ên berdewam, her weha li ser pêwîstiya eşkerekirin û ronîkirina wan tiştan dike.
Hevbendî tekeziya xwe li ser pêwîstiya lêpirsînên van binpêkirinan û giringiya sizakirina yên di ber de berpsyar dubare dike, û aliyên navdewletî yên piştgiriya van milîsan dikin divê berpirsiyariyên xwe derbarê tiştên bi serê sivîlên Sûrî li ser destê wan tên kirin hilgirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
24 kanûna pêşîn 2020