Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, bi girûpek ji çalakvanên xort û keçên Sûrî yên bajarê Stanbolê re civiya, û bi wan re behsa pêwîstiya çakkirina ketwarê Sûriyan li hundir û derve û gihandina deng û derdeseriyên wan bo Netewên Yekbûyî û saziyên mirovahî yên têde dixebitin kir.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Mihemed Yehya Mektebî, û Endamê Desteya Siyasî, D. Bedir Camûs amade bûn, û ji aliyê girûpê ve Ehmed Horî, Firas Cibolî, Sefai Elrehal, Ehmed Hêtelanî û Melak Elewdê amade bûn.
Û Elherîrî di hevdîtinê de li ser vîna bihêz ya gelê Sûrî yê ku hîn pêgiriyê pirensêpên xwe ye tevî êş û derdeseriyên bi dirêjiya neh salan rastî wan hatine axivî, û tu car rêbaza leşkerî ya xwêndar a rijêmê û piştgirên wê nepejrandiye, û bal kişand ser ku tevaya Sûriyan bi hemû pêkhatên xwe heman xem û derdeseriyan dikşînin, û dozeke wan a hevbeş heye, û bi hev re li ser kar dikin, daku vî gelî bighînin aramiyê.
Û Elherîrî bal kişand ser ku deriyê Hevbendiya Niştimanî li pêşiya tevaya beş û pêkhatên gelê Sûrî vekirî ye, û herdem amade ye ku guhdarî dengê wan bike, û hemû karînên xwe dike daku daxwazên wan pêk bîne, û cext kir ku çareya siyasî eşkere ye, ew jî di biryara hejmar 2254 de hatiye, di riya avakirina desteya hikumdarî ya veguhêz a bi hemû desthilatên wê yên cîbicîkar, û di dû re destûr, û di pişt re hilbjartinên di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de, piştî ku Sûriya ji kujer Beşar Esed û çetên wî rizgar bibe.
Û Elherîrî girîngî da amadekariyên ji bo qonaxa dahatî, û tekezî li ser rola girîng ya tevaya sûriyên azadîxwaz nemaze beşê ciwanan çi yên di saziyên Hevbendiya Niştimanî de bin, an ji beş û şepêlên civaka Sûrî yên dijberê rijêma Esed bin, û got ku divê kadroyên me ji wê qonaxê re amade bin, û hişyariyeke siyasî li bal me hebe karibe li heber rijêmê û alavên wê yên nû raweste, her weha em ji hemû aliyan de amade ne bo derbasî wê qonaxê bibin.
Û amadebûyan behsa derdeseriyên koçber û derbiderên Sûrî yên di kampên bakurê Sûriyê nemaze di werza zivistanê de yaku astengî têde zêde dibin kirin, û şandê ciwanan li ser nûnertiya wan di Hevbendiya Niştimanî û saziyên şoreşê de û pêwîstiya berdewamiya pêwendiyan li gel kolana sûrî ya şoreşger axivîn, her weha rûbirûbûna aliyên ku li ser şêwandina saziyên şoreşê yên fermî dixebitin bikin.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî