Hevbendiya Niştimanî careke din dijminkarî û kiryarên wêrankirinê ên ku milîsên PYD yên terrorîst dijî ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd û navendên fêrkirin û kultûrî yên çalak li deverê şermezar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh êvarî got ku armanc ji hewildanên tirsandina kesên rêvebiriya wan navendan dikin û girtina deriyên wan ew e, çespandina jîngeha sitemkarî û serkutkirinê yaku milîsên PYD rêvebiriya wê dikin.
Û Milîsan berî vê bi çend rojan ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd armanc kirine û şewitandine, û şeva sêşema bûrî kiryarên wêrankirinê yên nû kirin, û bi mebest navendên fêrkirinê li bajarê Qamişlo şewitandin û hewilên xwe kirin ku êrîşî navendeke zimanan a dîtir bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyê de bal kişand ser ku ew dengê xwe tevlî dengê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û daxwazên wê yên mafdar dike, û cextiyê li ser metirsiyên van milîsan û kiryarên wan ên terorîstî û dijminkariyên wan ên berdewam, her weha li ser pêwîstiya eşkerekirin û ronîkirina wan tiştan dike.
Û Hevbendîya Niştimanî tekeziya xwe li ser pêwîstiya lêpirsînên van binpêkirinan û giringiya sizakirina yên di ber de berpsyar dubare kir, û got ku aliyên navdewletî yên piştgiriya van milîsan dikin divê berpirsiyariyên xwe derbarê tiştên bi serê sivîlên Sûrî li ser destê wan tên kirin hilgirin.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî