Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Dr. Nesir Elherîrî, hevdîtina xwe ya rolane li gel alavên ragihandinê yên xwecihî û erebî derbarê pêşhatên meydanî û siyasî li sûriyê û kar û çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar li deverên rizgarkirî pê radibin lidar xist.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa dijwar ya ku derbider û koçber derdeseriya wê li kampên bakurê sûriyê dikişînin û rewşa tenduristî li deverên rizgarkirî di dema zêdebûna hejmara pêketiyên korona de axivî.
Û şiroveyek li ser karê Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî di warê çakkirina ketwarê xizmetguzariyê li deverên rizgarkirî û sivikkirina derdeseriyên wan bi sedema rijêmê û piştgirên wê pêşkêş kir.
Û Elherîrî bal kişand ser ku hîn jî tirs ji operasyonên leşkerî dijî Idlibê heye, û tekez kir ku rijêm wan operasyonên xwîndar wek bihane bikar tîne, daku ji pirsgirêkên li deverên di bin kontirola wê de çêdibin bireve.
Û got ku hîn li deverên rizgarkirî girûpên xirabiyê yên veşartî hene, û her demekê teqîn bi destê wan giropên nediyar têne çêkirin, û bal kişand ser rola Tirkiyê ya girîng di hewildanên pêşkêşkirina piştgiriyê bo rawestandina wan operasyonan.
Û Elherîrî pêşhatên pirosesa siyasî berçav kirin, û tekez kir ku wê ta niha dest pê nekiriye, ji ber hîn aliyê ku wê ji kar dixe heye, û ew li pêşiya Komîteya Destûrî dibin asteng wek astengiyên rastî Danûstandinên Cinêvê hatine ji aliyê rijêmê ve.
Û cext kir ku ew gotina Dadweriya Lihevhatinê, yaku Nûnerê Navdewletî Gere Pederson di şiroveya xwe ya vê dawiyê de li pêşiya Encûmena Ewlekariyê aniye ziman red dikin, û got ku ew ne li gorî biryarên navdewletî û xwestekên me ye, em dadweriya veguhêz dizwazin, yaku lêpirsîna tewanbaran û ajotina wan berve dadweriyê misoger bike, û di pirosesa veguhaestin rasteqîn de kesên ziyan dîtine qerebo bibin, û bal kişand ser ku ev qonax dê piştî danîna hikumdariyeke bêalî di riya desthilateke veguhêz re û biryardana destûrekî nû û hilbijartinan dest pê bike.
Û elherîrî got ku rewşa navdewletê derbarê sûriyê bêdeng e, û rêvebiriya emrîkî ya nû hîn postê desthilatê wernegirtiye, û hişyarî ji çi pêngavên ku rêvebiriya emrîkî bi îranê re sist bike da, û dît ku ew dê ne li gor berjewendiya çareya siyasî û hilanîna terorê û anîna aramî û seqamgîriyê be.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku rijêma Esed li kêlek jikarêxistina pirosesa siyaî di pêkanîna tewan û binpêkirinan de li deverên rizgarkirî berdewam e, ew jî ji bo ku berve hilbijartinên şanoyî û pêkenok ve yaku çê nabe ku kes danpêdanê pê bike here.
Û cext kir ku sizakirin dê dijî rijêmê û piştgiriyên wê berdewam bin, lê ew siza sivîlan û alîkarî û kerestetên bizîşkî û xwirdemeniyan armanc nakin, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî mijara cîbicîkirina sizayan dişopçne, û daxwaz ji dewletên dîtir kir ku rijêmê dorpêç bikin, daku bi darê zorê bihêlin ku ew daxwazên gelê Sûrî bipejrîne.
Jêder: ofîsa ragihandinê ya hevbendiya niştimanî ya sûrî