Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiyên xwe ji bo gelê Sûrî nemaze kesên xiristyan re bi boneya cejna jidayikbûna îsayê mesîh pêşkêş dike, û li gel hemû sûriyan nameya birêz mesîh silavên xweda lê bi bîr tîne, daku wan han bide li ser lêborîn û bêhinfirehiyê, û kar ji bo aşitî û dadwerî û mirovahiyê bikin.
Di vê boneyê de em berê xwe didin tevaya xiristyanên cîhanê, di dema ku ew şahiyan bo pêximberê aştî û hezkirinê lidar dixin, û dibêjin ku divê rêça êşê a ku gelê sûrî ji bo rizgarî û azadî û rûmetê dikêşe cihê xwe di wijdanê we de bigre, û ku tevaya hezkiriyên aşitî û azadiyê li cîhanê li kêleka gelê Sûrî ji bo vegerandina mafên xwe û bidawîkirina derdeseriyên ku ji 10 salan de dikşîne raweste.
Careke din em hêviyên xêrê bo tevaya xelkê Sûriyê dixwazin, û ku bêhtir yekrêz û hevkar bin di rabûna bi erk û xebatan de li ser vegerandina mafan û serbestberdana girtiyan û vegera koçberan.
Azadî û rûmet ji bo tevaya sûriyan
Û her sal û hûn di nav xêrê de bin
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 kanûna pêşîn 2020