Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Biryara qedexekirina çekan ya 2231 ya li ser Îranê hatiye sepandin, giringiyeke ji bo pêkanîna fişaran li ser rijêma Îranê di dema tunebûna çi alavên piratîk ji bo rawestandina siyasetên vê rijêmê û piştgiriya wê ya berdewam ji rijêm û mîlîşyayên terrorist re.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyariyê dide û dibêje ku rakirina qedexekirina çekan ji ser Îranê, tê wateya berdewamiya rijêma Îranê di gefên xwe de li ser aramiya deverê û cîhanê, û dive fişar li ser bêne sepandin ji bo nema karibe karên kirêt bike, û nema siyasetên xwe yên dijminkarî dijî dewlet û gelên deverê pirtir bike.
Riftarên Îranê yên dijî gelên deverê û gelê Îranê, hewcedarî sazkirinên mezintir e, û ne derfetdana wan desthilatan e ji bo bêtir çekan bidest bixin, ji ber ku ew ji bo têkbirina araqmiyê û belavkirina bêserûberiyê li deverê bikar tînin, an jî wan çekan vediguhêzin da bidin milîşya û rêxistinên terrorist ên din.
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
11 tebax 2020