Serokê Hevbendiya Niştimanî, Doktor Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Serokwezîrê Îraqî Mustefa Elkazimî, derbarê kişandina tevaya Milîşeyên Îraqî ji nav xaka Sûriyê kir.
Û Elherîrî di nameya xwe de cextî li ser bikaranîna milîşeyên Îraqî weke kaxezekê di destê rijêma Îranî de ji bo desttêwerdana nav hin dewletên herêmî kir, daku xizmeta pirojeyên rijêma meleyan di şaxvedana li deverê bike, ew berfirehbûn gefê li ser ewlehiya deverê û jihevqetandina tevna wê ya civakî peyda dike.
Û Serokê Hevbendiyê tekez kir ku doseyeke mezin û dirêj a milîşeyên li Sûriyê di pêkanîna binpêkirinên dijî sivîlan û mafên mirovan heye, û hişyarî da ji van tewanên dijî gelê Sûriyê pêk hatine, û ev dê ziyanê bi dirêjiya demê bigihîne têkliyên biratî yên di navbera herdû gelên bira de.
Û Alherîrî bal kişand ser ku daxwaza vekşandina milîşeyên Îraqî ji Sûriyê, li gorî giringîdana siyaseta Hikûmeta Îraqî ya nû ya ku di 6ê gulana 2020an di warê têkliyên derve de hat, û di serî de çespandina pirensîpa ku divê xaka Komara Îraqî bikarneyê dijî cîranan, û nehêlana ku xaka Îraqa bira bibe meydana hesabên herêmî û navdewletî.
Û Elherîrî di nameya xwe de bal kişand ser vîna Hikûmeta îraqî di şerê li hember terorê de, û karê wê di vî warî de, daku careke din dernekeve holê, û got ku ev kar biser nakeve bêyî şerê li hember van şaxên terora ku milîşeyên Îraqî yên li Sûriyê nûnertiya wan dikin.
Û got ku gelê Îraqê ji herkesî bêhtir bi derdeseriyên gelê Sûrî hest dibin, ji ber ku wî jî xûn û rondik rijandine, û nirxekî biha û mezin daye, ji ber tewanên milîşeyan û nakokiya navxwe û destêwerdanên derve, û tekez kir ku gelê Sûrî çavlirêyê pişgiriya Hikûmeta Îraqî ye, ji bo danîna sînorekî vebir ji destdirêjî û tewanên van milîşeyan re.
Û Elherîrî di nameya xwe de tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide avakirina çêtirîn têkliyên biratî li gel Komara Îraqî, û xurtkirina têkliyên dikevin xizmeta herdû gelên bira de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî