Serokê Hevbendiya Niştimanî, Doktor Nesir Elherîrî, civînek li gel çavdêrê giştî yê Îxwan Elmuslimîn li Sûriyê Mihemed Hikmet Welîd, û cîgirê wî doctor Amir Ebo Selame û Endamê Îxwanan Farok Teyfor pêk anî, û pêre behsa rola pêkhatên Hevbendiya Niştimanî ji partî û tevgeran di xurtkirina karê wê û têkliya li gel Sûriyan û pêşxistina pêwendiyan li gel Dewletên Herêmî û Navdewletî di her tiştê dikeve xizmeta doza gelê Sûriyê de kir.
Û ev civîn di hundir pilana Hevbendiya Niştimanî ya xurtkirina têklî û hevkarî û hevrêziya li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên Niştimanî yên di Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî û yên dîtir de hat.
Û civîngeran dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî û pilana karê Hevbendiya Niştimanî di dema dahatî de gengeşe kirin, û Elherîrî doseyên ku rêvebirî û ofîsên bi ser Hevbendiya Niştimanî ve li ser dixebitin û pilanên pêşniyarkirî bo pêşdebirina nerîna her doseyekê ji wan berçav kir, her weha serkeftinên pêk anîne ta niha anî ziman.
Û herdû aliyan li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hevrêziyê û hevgirtina tevaya pêkhatên Hevbendiya Niştimanî ji bo rûbirûbûna astengiyên dahatî kirin, û karkirina li ser cîbicîkirina pilana sereke di çakkirina ketwarê Sûriyan li hundir Sûriyê û derve, û guhdana pirsgirêkên wan û dîtina çareyan jê re.
Û amedebûyan tekezî li ser girîngiya gihîştina çareya siyasî li gorî Biryara Navdewletî 2254 û pêkanîna veguhestina demoqrasî li welêt di riya avakirina Desteya Hukmdarî ya veguhêz re kirin, her weha jîngeheke ewle û bêalî dabîn bibe, daku rewşa vegera ewle û ji ber xwe ve ji penaberên Sûrî re dabîn bike, û rê li pêşiya hilbijartinên pak bi serpereştiya Netewên Yekbûyî xweş bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî