Serokê Hevbendiya Niştimanî nameyekê arasteyî Rêvebira UNICEFê Henrietta H. For dike, derbarê rewşa mamosteyên Sûrî yên li dibistanên Tirkiyê.
Û ev jî piştî civîna Hevbendiya Niştimanî li gel nûnerin ji Platormafa Mamosteyên Sûrî li Tirkiyê hat, û nameyek bo wan hatibû dan, tê de girîngtirîn pêdvî û daxwaz hebûn, daku di riya Hevbendiya Niştimanî re bo UNICEFê wer birêkirin.
Û Elherîrî di nameyê de bal kişand ser girîngiya pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bo mamosteyan li Tirkiyê ji aliyê saziya navdewletî ve, û daxwaza avakirina komîteyekê ji mamosteyên Sûrî kir, ji bo di gengeşekirina çi biryara girêdayî mamoste û xwendekarên Sûrî li Tirkiyê, daku ew komît hevpara saziya UNICEFê û Wezareta Perwerdeya Tirkiyê be.
Û Elherîrî girîngiya hevkariya saziya UNICEFê li gel Hikûmeta Tirkî ji bo terxankirina navendan ji bo xwendina bi zimanê erebî ji xwendekarê Sûrî re diyar kir, û bal kişand ku ewê zimanê dayîkê biparêze, her weha nasnama bêhtir ji 600 hezar xwendekarê Sûrî li Tirkiyê dixwînin biparêze, ji bo dema kesên ji wan vegeriyan Sûriyê xwendina xwe berdewam bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de sipasiya saziya navdewletî kir li ser karên wê yên di warê parastina zarokan li cîhanê û bergiriya di ber mafên wan de pêşkêş kir, û daxwaza guhdana bêhtir bi zarokên Sûrî kir, nemaze yên li kamp û deverên rizgarkirî dijîn.
Hêjayî gotinê ye ku Platforma Mamosteyan li Tirkiyê ji 13 hezar mamosteyên li Îyaletên Tirkiyê belav bûne, her weha 65 hezar ji xwedanên bawernameyên zanîngehan yên taybet bi fêrkirinê pêk tê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî