Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Karûbarên Girtî û Bêserûşûnan, Yasir Elferhan, civînek li ser tora entirnêtê li gel hejmarek ji jinên ji zindanên Esed rizgar bûne û li hindirê sûriyê dijîn pêk anî, bi armanca guhdarkirina li dîdevaniyên wan û şopandina rewşa wan û handana wan li ser damezrandina rêxistinên ku karibin daxwazên wan bînin ziman, û danasîna wan rêxistinan ji aliyên wan bi xwe ve, û kesên amadebûyî arîşeyên jinên rizgarbûyî û rewşa dijwar ya ku tê de dijîn û çare û pêşinyarên di vî warî de gengeşe kirin, û hejmarek ji rasparteyan ji desteyê re pêşkêş kirin, û Elferhan tekezî li ser giringiya gihandina dengê jinên rizgarbûyî bi şêweyekî berfirehtir û mezintir bi hemî rê û alavên berdest bo alî û saziyên navdewletî kir, ji bo bi xurtî daxwaza mafên wan bikin û roniyê bêhtir bidin ser kêşeyên wan, ji bo dabînkirina mafên wan û sizakirina tewanbaran.
Û got ku deste ji bo diyarkirina kêşeyên girtiyan kar dike, wek pêşindeyeke karê xwe di çi civîn û hevdîtinên li ser asta xwecihî an herêmî an jî navdewletî de be, her weha kar ji bo pêşkêşkirina hin belgeyên yasayî yên destnîşankirî bo civata navdewletî dike, û bal kişand ser ku gelek riyên navdewletî li ber destê desteya wan hene ji bo gihandina dengê jinên rizgarbûyî, mîna dîdevaniyên der barê girtinê, an jî pêşkêşkirina daxwazên wan der barê qonaxa piştî girtinê.
Elferhan got ku deste bawer e ku çaktirîn kesên ku karibin derdeseriyên kesên girtî bînin ziman ew kes bi xwe ne, û tekezî li ser dabînkirina derfetan ji bo danustandina wan bi raya giştî ya navdewletî re bi şêweyekî yekser û berdewam kir, û pesnê asta gihiştîbûn û hişyarbûna wan û qebareya qurbaniyên ku wan jinan dane da, û daxwaza alîkariya wan jinên rizgarbûyî di rewşa wan ya niha jî de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî