Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, raoprên rojnamevanî yên eşkere dikin ku rijêma Esed bi sedên tonan ji alîkariyên mirovî li devera Amrît li gundewarê Tartûsê dizîne û binax kirine dişopîne, ew keresteyên ku ji ber ku dema bikaranîna wan bidawî bûye ji encama embarkirina wan bo demeke dirêj di depoyên rijêmê de, û redkirina rijêmê ji belavkirina wan li ser xelkê re, û Hevbendî balê dikşîne ser ku hêzên şoreşê di çendîn carên berê de hişyarî dabûn derbarê ku rijêma Esed alîkariyên mirovî didize û nahêle ew alîkarî bigihêjin xelkê.
Hevbendiya Niştimanî, tekez dike ku şandina alîkariyên mirovî bi rêya rijêma Esed, weke dana çekan e jê re ji bo kuştina xelkê, ji ber ku rijêm rê li ber van alîkariyên ji xelkê re digire, û li ser milîs û endamên ku bi wê re di kuştina gelê Sûriyê de beşdar in belav dike, û wan di depoyên xwe de embar dike heyanî ku genî dibin.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dixwaze ku bi awayekî bilez û cidî danûstandinê bi vê bûyerê re bikin, bi rêya dîtina mîkanîzmeke lezgîn ji bo gihandina alîkariyên mirovî di riya xalên sînorî re bo deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, û lipaşxwehiştina VETOyê Rusya ya ku dê bibe sedema bobelateke nêzîk dermafê bimîlyonên sivîlan, û Hevbendî daxwaza çavdêriya Navnetewî li ser belavkirina alîkariyên ku digihêjin deverên di bin kontrola rijêma Esed de dike, ji bo misoger bibe ku neyên dizîn û radestî milîsan nebin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
16 tebax 2023