Şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, serdana bajarê Ezazê li gundewarê Helebê kir, û bi gerekê li ser ofîsên encumen rabû, û li birêvebirina karê wan temaşe kir, û endamên Şandeyê li giringtirîn astengî û dijwariyên dibin rêgir li pêşiya pêşxistina kar û çakkirina xebatan guhdarî kir.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ji Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar û Endamên Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî, Ehmed Tu’ime û Necîb Rehmûn û Atif Zirêq û Nûnerê Encumena Xwecihî ya bajarê Ezazê di Hevbendiya Niştimanî de Îbrahîm Dirbale pêk hat.
Û Şandeyê li rewşa jiyan û xizmetguzariyê li bajarê Ezazê temaşe kir, û agahî li ser pirojeyên ku encûmen li ser kar dike ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyên ji xelkê re hatine pêşkêşkirin standin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya kar bi giranî ji bo çakkirina xizmetguzarî û jêrxaniyê kir, ji bo baştirkirina ketwarê deverên rizgarkirî, û pêşkêşkirina nimûneyeke rêvebirî yê ciyawaz li Sûriyê.
Û tekezî li ser giringiya hevkarî û hevrêziyê di navbera hemû saziyên siyasî, leşkerî û xizmetguzarî yên şoreşê de kir, ji bo xizmetkirina armancên şoreşa Sûriyê, û pêkanîna daxwazên gelê wê di azadî, rûmet û demokrasiyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî