Şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, serdana Rêvebiriya Dadweriya Leşkerî li bajarê Elra’î kir, û bi Rêvebirê Dadweriya Leşkerî Emîd Erefat Elhemûd û hejmarek ji dadwerên leşkerî re civiya.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ji Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar û endamên Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî, Ehmed Tu’ime pêk hat.
Û Şande li rêveçûna kar di rêveberiya dadweriya leşkerî de temaşe kir, û li giringtirîn kêşe û zehmetiyên ku dibin asteng li pêşiya pêşdebirin û çakkirina kar guhdarî kirin.
Û Şandeyê agahî derbarê dozên ku li Dadweriya Leşkerî tên çareserkirin û yasa û rêzikên ku lê tên bicîkirin standin, her wiha dosyayên taybet bi sivîlên ku ji deverên rijêmê hatine, û dozên girtiyên ji parêzgeha Derayê yên ku niha li bakurê Sûriyê ne, hatin gotûbêjkirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî karê Rêvebiriya Dadweriya Leşkerî bilind nirxand, û tekezî li ser berdewamiya kar ji bo baştirkirina rêveberiya deverên rizgarkirî û pêşkêşkirina nimûneyekî rêvebirî yê ciyawaz li Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî