Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi tundî êrîşa terorîstî ya ku îro danê sibê li paytexta Tirkiyê Enqerê rû daye, û devera nêzîkî Wezareta Navxwe armanc kiriye, şermezar dike, û hevxemiya xwe bi gelê Tirkiyê û hikûmeta wê re nîşan dide, û hêviya saxlemî û berdewamiya ewlehî û aramiyê tîne ziman.
Hevbendiya Niştimanî hewldanên dewleta Tirkiyê di şerê li dijî teror û tundrewiyê de li ku dibe bila bibe bilind dinirxîne, û tekeziyê li ser pêwîstiya jinavbirina rêxistinên terorîst ên ku armanca wan têkdana aramiyê û têkdana ewlehiyê li Sûriya û Tirkiyê û li ser asta herêmî û navdewletî ya ku aştiya gelan û pêkvejiyana wan dixe bin gefê de dike, bi taybetî komên girêdayî PKKe ya terorîst û rêxistinên terrorist ên mezhebî yên sînoran derbas dikin, û tawanên cengê dermafê gelê Sûriyê pêk tînin, û li kêleka rijêma zordar radiweste.
Hevbendiya Niştimanî, tekeziyê li ser pêwîstiya berdewamiya karê hevbeş yê herêmî û navdewletî yê ji bo qedexekirina rêxistinên terorîstî yên ku ewlehî û aramiya herêmî û navdewletî têk dibe dike.
Hêviya saxlemiya lezgîn ji birîndarên ji encama vê teqîna teroristî re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
01 cotmeh 2023