Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dijminkariya leşkerî û kiryarên tawankarî yên ku milîsên PYDe yên terorîst li dijî xelkê devera rojhilatê Ferêt pêk tînin, nemaze operesyonên bombebarankirina tawankarî yên ku bajarokên sivîlan armanc kirine şermezar dike, ji ber armanca van milîsan ji wan kiryaran ew e desrxistina nakokiyên ku dibin sedema pevçûneke navxweyî ya rasterast di navbera pêkhateyên deverê de, û ev yek ziyanê digihîne ewlehî û saxlemiya xelkê, û sûdê dighîne milîsan, ji ber dihêle ku desthilatdariya xwe xurt bikin.
Milîsên PYDe yên terorist, pirsgirêkên di navbera xwe û hevkarên xwe de wek bihane bikar tîne, ji bo kontrolkirina deverên Dêra Zorê û jinavbirina tevgera şoreşgerî têde, nemaze piştî beşdarbûna xelkê deverê di xwepêşandanên ku piştgiriya tevgera Siwêda li dijî rijêma Esed dikin de, û milîsan heman rêbaza tawankarî ya rijêmê di danûstandina bi xelkên deverê re bikar tîne, di rêya bombebarankirina Topxane û mûşekan re.
Hevbendiya Niştimanî hişyariyê ji metirsiya bizavên terorîstî yên milîsên PYDe li deverê dide, û haydariyê dide ji çi pêngavekê ku kontrolkirina milîsan ji deverê re zêdetir bike, ji ber pirojeya wê ya cudaxwazî ya ku bi hevrêziya li gel rêxistinên terorîst birêve dibe, da şiyana milîsan hêzdar bike û binpêkirinên mezin ên ku xelkê bêguneh li rojhilatê Firêt rastiyê tê berdewam bikin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza standina rêşûnên vebir li dijî milîsên tirorist ên PYDe li ser binpêkirin û tawanên ku li dijî sivîlan pêk tîne, ji civaka navdewletî dike, û hewlên wê yên ku bêserûberiyê çêdikin û ziyanê dighînin ewlehiya deverê û tevna wê ya civakî red diek, û ji dewletên ku piştgiriya van milîsan dikin xwest ku yekser piştgiriya leşkerî û siyasî ji ser wan bibirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
30 tebax 2023