Daxwiyaniyeke Rojnamevani
Di berdewamiya siyaseta ku rijêm pê radibe daku xwe ji hejmareke mezin ji gelê Sûrîyê xelas bike, û welêt ji nişteciyên wî vala bike, û nişteciyin din ji Îranê û cihên din bîne welêt, daku bîrdoza wekheviya regezî yaku Serokê rijêmê li ser axiviye bicî bîne, hikûmeta rijêmê di kabîneya xwe ya nû de bi biryara nehêlana vegera koçberan bo welat û deverên xwe dest pê kir.
Biryar di çarçoveya kiryareke rêbazkirî de tê, û armanc jê ew e ku rijêm kêşeyên xwe derxîne dewletên derdora Sûriyê û dewletê cêhanê, û sepandina fişaran li ser civaka navdewletî bi armasnca ku ew ji nû de rijêmê bide pesendkirin.
Bi ser kuştin, dorpêçkirin, birçîkirin, koçberkirina kotekî, derbiderkirina komelgehî û rûxandina xaniyan de yasayên zordar li pey hev gavek e, armanc jê çespandina endazyariya demografî ye, yaku rijêm pilanê jêre dike, wek yasaya qedexekirina terorê ya siyasetmedarên rikber pê armanc kirine, û yasayên destdanîna ser malûmilkên koçber û penaberan, û dawîtirînên wan rêşûnan biryara Serokê Hikûmeta Rijêmê bû, yaku xwirdekirina 100 dolarî bi bihayê leyreya Sûrî sepandiye ser welatiyan di dema derbasbûna welêt de.
Biryara dawîn şêweyeke nû ji şêweyên talankirina diravên Sûriyan e, û rêyeke din e ji gendeliya ku rijêm li ser dijî, û ew jêdereke nû ye daku rijêm li tewan û operasyonên leşkerî û milîsên mezhebî yên ji derve anîne welêt xerc bike.
Ta ev rijêm li ser desthilatê be, dê di binpêkirnên bêhtir û tewanên gendeliyê û şêweyên fişaran li ser Sûriyan û civaka navdewletî û dewletên pêşwaziya penaberan kirine berdewam be, û ew jî tê wateya pêwîstiya sepandina fişarên rasteqîn li ser rijêmê, daku bihêlin vê siyasetê rawestîne, û di riya bikaranîna awayên lazim re li gorî biryarên Encûmana Ewlekarî û daxwiyaniya Cinêvê rijêmê berve çareya siyasî bajon.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
6 îlon 2020