Navenda Sûrî bo Azadiya Rojnemevaniyê di Komeleya Rojnemevanên Sûrû de, di rapora xwe ya dawîn de, diyar kir ku di heyva bûrî de 11 binpêkirin dijî ragihandinê li Sûriyê pêkhatine, û bal kişand ku asta binpêkirinan di heyva bûrî de bilind bibû.
Û Navendê di heyva çûyî de, kuştina rojnemevanekî li ser destê cihin nediyr li parêzgeha Deraa belge kir, û bi vê belgeyê hejmara rojnemevanên ku navendê ji nîvê heyva azara 2011an de belge kirine gihîştiye 458 rojnemevanan.
Û raporê bal kişand ku Heyet Tehrîr Elşam, di heyva bûrî de, di serê lîsteya aliyên binpêkirin pêkanêne de bû, ji ber ku wê 4 binpêkirin pêkanîn, û di qonaxa duyem de Milîsên PYD hatin, ji ber ku wan 3 binpêkirin pêkanîn, û rijêm di ber 2 binpêkirinan de berpisyar bû, û aliyin çekdar ên din di ber 2 pinpêkirinan de berpisyar bûn.
Û raporê anî ziman ku di heyva bûrî de, 6 rojnemevan hatin girtin, û cara yekemîn navendê di sala îsal de binpêkirinên nû dijî senter û saziyên ragihandinê tomar kirine, û binpêkirin li gorî belavbûna li ser asta parêzgehên Sûrî ev bû: 4 binpêkirin li parêzgeha Idlibê, û li parîzgeha hesekê 3 binpêkirin çêbûne, û 2 binpêkirin li parêzgeha helebê bûn, her weha 2 binpêkirin li parêzgeha Deraa hatin kirin.
Û Navendê di dawiya rapora xwe de, daxwaza rêzgirtinê li azadiya ragihandinê û misogerkirina saxlemiya kesên di warê raghandinê de dixebitin kir, û xwest ku kesên binpêkirin çêkirine werin cezakirin, û temîniya rêzgirtinê li naveroka xala 19emîn ji raghandina cîhanî ya mafên mirovan kir, yaku tê de hatî:” Azadiya nerîn û derbirînê ji mafê her kesî ye, û di nav wê de mafê azadiya bawerî û nerînan, bêyî çi desttêwerdan, bidestxistina raman û nûçeyan, û belavkirina wan bi çi şêweyî be, bêyî ku bendên sînorî an cografî hebin”.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî