Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, biryara rijêma Sûrî ya xwirdekirina 100$ Emrîkî bi bihayê leyreya Sûrî yaku ser welatiyan dema derbasî welêt dibin sepandiye, di çarçoveya kiryareke rêbazkirî de tê, û armanc jê ew e ku rijêm kêşeyên xwe derxîne dewletên derdora Sûriyê û dewletên cêhanê, û fişaran li civaka navdewletî bike, bi armanca ku ew ji nû de rijêmê bide pesendkirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, duh êvarî, got ku rijêma Elesed di siyaseta xwe de ya ku dixwaze pê ji hejmareke mezin ji gelê Sûrîyê xelas bibe berdewam e, daku welêt ji nişteciyên wî vala bike, û nişteciyin din ji Îranê û cihên din bîne, û bal kişand ku ew wek cîbicîkirinê ji bîrdoza wekheviya regezî yaku Serokê rijêmê li ser axiviye tê.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Hikûmeta rijêmê kabîneya xwe ya nû bi biryara nehêlana vegera koçberan bo welat û deverên xwe dest pê kir, û cext kir ku yasa û biryarên zordarî yên rijêmê li dû hev, wek gaveke armanc jê çespandina endazyariya demografî ye, yaku rijêm pilanê jêre dike.
Û Hevbendiyê bal kişand ku yek ji wan yasayên zordarî, yasaya qedexekirina terorê ya siyasetmedarên rikber pê armanc kirine, û yasayên destdanîna ser malûmilkên koçber û penaberan, û dawîtirînên wan rêşûnan biryara Serokê Hikûmeta Rijêmê bû, yaku xwirdekirina 100 dolarî bi bihayê leyreya Sûrî ser welatiyan di dema derbasbûna welêt de sepandiye.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî, anî ziman ku biryara dawîn şêweyeke nû ji şêweyên talankirina diravên Sûriyan e, û rêyeke din e ji gendeliya ku rijêm li ser dijî, û ew jêdereke nû ye daku rijêm li tewan û operasyonên leşkerî û milîsên mezhebî yên ji derve anîne welêt xerc bike.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku ta ev rijêm li ser desthilatê be, dê di binpêkirnên bêhtir û tewanên gendeliyê û şêweyên fişaran li ser Sûriyan û civaka navdewletî û dewletên pêşwaziya penaberan kirine berdewam be, û ew jî tê wateya pêwîstiya sepandina fişarên rasteqîn li ser rijêmê, daku bihêlin vê siyasetê rawestîne, û di riya bikaranîna awayên lazim re li gorî biryarên Encûmana Ewlekariyê û daxwiyaniya Cinêvê, rijêmê berve çareya siyasî bajon.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî