Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûr ve li gel Desteya Siyasî li Idlibê lidar xist, û pêre ketwarê bajêr di dema berdewamiya rijêma Elesed di pêkanîna binpêkirin û tewanên dermafê sivîlan de, û hewlidanên wê yên gihîştina yekalîkirina leşkerî gengeşe kir.
Û di civînê de, Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Heboş, û Endamên Desteya Giştî Mihemed Eldixêm, Ehmed Tuhmê û Ednan Rehmon amade bûn, û ji Desteya Siyasî li Idlibê Atif Zirêq, Mihemed Selame, Mehmod Hebîb, Rafih Rehmon, Reîfe Semîh, Mamûn Elseyid Îsa, Fetîn Elhesen, Elî Ebdilmecîd, Ehmed Xedro, Hemîde Cîfo, Rezan Elhusên Û Ridwan Eletreş amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî axivî, û pesna rola Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Eniya Niştimanî bo Rizgariyê di rawestana li hemer hêzên rijêmê û milîsên pêre şerdikin di hewidanên wan ên pêşdeçûnê de da, û bal kişand ser rola Tirkî ya girîng di çespandina rêkeftina agirbestê de, û parastina deverên rizgarkirî, û piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî û rûmetê de.
Û Elherîrî tekezî li ser pêdarîya dîrokî ya Idlibê bi saya vîna şoreşgeran ji tevaya aliyan de, çi siyasî be û çi sivîlî û leşkerî kir, û bal kişand ku baştirîn kesên nûnertiya wî bajarî dikin xelkê wî ne, û li ser nûnertiya bajêr di Hevbendiya Niştimanî de axivî, û dît ku ew ji girîngtirîn dozên hewcedarî çareseriyê ne di qonaxa dahatî de.
Û eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî bi hemû hêza xwe li ser çakkirina ketwarê deverên rizgarkirî kar dike, di riya bilindkirina asta xizmetguzariyan û vekirina ofîsên nû yên Hevbendiya Niştimanî re, yên vê dawîyê vekirine wek sê Ofîsên Taybet bi Karûbarê Jinan û yê Ciwanan û Karûbarên Yasayî.
Û got ku Hevbendiya Niştimanî li ser zêdekirina pêwendiyan li gel cûrbecûr saziyên şoreşa Sûrî kar dike, her weha xurtkirina hevkarî û hevrêziyê di qonaxa dahatî ya hestyar ji temenê şoreşê de û rûbirûbûna tevaya astengiyan.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî