Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê gavên qonaxa veguhêz ji bo gihîştina Sûriyeya nû

December 16, 2024
in Daxwiyanî
Reading Time: 4 mins read
A A

Daxuyaniya Rojnamevanî

Di dema ku Hevbendiya niştimanî ya Sûrî karê xwe piştî rûxandina rêjîma tawankar didomîne, ji bo bi temamî bigihêje armancên şoreşê û daxwazên gelê Sûriyê yên dadperwerî, azadî û demokrasiyê, van xalên li jêr zelal dike:

• Bi rûxandina rêjîma ku bi awyekî leşkerî hilweşiya, cîbicîkirina biryara 2254 tenê bi pêkhateyên Hêzên Şoreşê sînordar bûye, ku nûneratiya aliyên siyasî, sivîl û leşkerî ji hemû pêkhate û mezhebên gelê Sûriyê dikin, bêyî hebûna nûnertiya Rêjîma têkçûyî ji ber hilweşîna wê, ev tê wateya ku ti aliyek ku bikaribe rêgiriyê li bicîanîna wê biryarê bike tune ye, û bicîanîna wê di zûtirîn dem de di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.

• Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, red dike ku ti alî biryara  Sûriyê û gelê wê yê azad û serbilind li xwe bigre, û tekez dike ku cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 li gor teksta wê di rêya piroseseke siyasî ya ku gelê Sûriyê bi xwe serpereştiya wê dike re ye, bi rêya diyaloga Sûrî, û bi ti awayî ji aliyê Netewên Yekgirtî ve neyê kontirolkirin, û biryar maf nade rêxistina navdewletî ku ew serpereştiya proseya siyasî bike, ji ber ku rola wê bi pêşkêşkirina asankarî û şêwirmendî û pisporiyê sînordar e, eger hewcedarî hebe û sûrî bi xwe daxwaz bikin.

• Hevbendiya Niştimanî piştgiriya hikûmeta demkî dike ya ku ji aliyê Mihemed El-Beşîr ve hatiye avakirin piştî rûxandina rêjîma ku bi awayek leşkerî hilweşyaye, ji ber pêwîstiya hebûna desthilateke cîbicîkar ya demkî ji bo berdewamiya karê saziyên dewletê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê re heta destpêka adara bê, wek ku di daxuyaniya damezrandina wê de hatiye nivîsîn.

• Biryara Encumena Ewlekariyê pîvanên avakirina desteya rêveberiya veguhêz (hikûmeta veguhêz) diyar dike û her deste, encûmen, an meclîsa damezrîner a ku di qonaxa veguhêz de were avakirin, divê pêkhateyên gelê Sûriyê tevan li xwe bigire, cihê baweriyê be û ne mezhebperest be.

* Di biryarê de, erkên ku divê Desteya Hikimraniya Veguhêz (Hikûmeta Veguhêz) bi cih bîne, ev in:

1. Dariştina destûra nû, ku hikûmeta veguhêz dê asankariyê ji bo hilbijartin an jî avakirina meclisa damezrîner peyda bike ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyê.

2. Dabînkirina jîngeheke ewle û bêalî ji bo lidarxistina hilbijartinan.

3. Referandûma ji bo destûrê ji aliyê gel ve.

4. Birêvebirina hilbijartinên azad û dadperwerane, da ku xelk bikaribin nûnerên xwe yên parlemanê û serokê welat li gorî yasaya bingehîn a nû diyar bikin.

Herwiha di biryarê de hatiye ku dirêjiya dema hikûmeta veguhêz ji 18 mehan derbas nebe.

•  Hevbendiya Niştimanî diyar dike ku li gor pîvanên navdewletî, çênabe Komîteya Dariştina Destûrê bi ser desthilata cîbicîkar ya ku hikûmet di destê wê de ye ve be, lê divê girêdayî Encûmena Damezrîner be, û pejirandin an redkirina destûrê di destê gelê Sûriyê de be di riya referandumeke giştî re.

• Hevbendiya Niştimanî diyar dike ku tedbîr hene ku pirsa qebûlkirina navdewletî ji hikûmeta veguhêz ya Sûriyê re hêsan û bilez dike, û rê dide rakirina sizayan ji ser wê û dana alîkariyên aborî û veberhênananê, û mijara hilanîna sizayan bi gavên veguhestina siyasî ya li gor biryara 2254 têkildar e.

• Ragihandina pabendbûna bi cîbicîkirina biryara 2254 ji aliyê Hêzên Şoreşa Sûriyê ve, civaka navdewletî dilniya dike derbarê arasteya dewleta Sûriyê û sîstema wê ya siyasî ya paşerojê, û piştrast dike ku ew dê ber bi tundrewiyê ve an dîktatoriyeke nû an dûrxistina çi pêkhate û mezhebên gelê Sûriyê ve neçe.

• Hevkariya hêzên leşkerî û siyasî yên niştimanî di vê qonaxê de pêwîst e, ji bo avakirina Sûriyeya nû li ser bingehên saxlem ku aramî, bextewarî û pêşketinê ji gelê Sûriyê re garantî bike û nehêle ku nifşên paşerojê têkevin ezmûnên mîna yên serdema stemkariya hilweşiyayî, û ev hevkarî di heman demê de nahêle qurbaniyên nû çêbibin ji encama paşguhkirina hin xalên ku bihêlin rijêmeke wek ya rûxayî peyda bibe.

Di vê çarçoveyê de, Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser pêwîstiya peyketin û dadgehkirina hemû kesên ku tawanên cengê li dijî gelê Sûriyê pêk anîne dike.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî

Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan

16 kanûna pêşîn 2024

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Îsraîla Dagirker êrîşan li dijî xaka Sûriyeyê berdewam dike

Îsraîla Dagirker êrîşan li dijî xaka Sûriyeyê berdewam dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.