Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Netewên Yekbûyî berpirs dibîne di ber tiştên ku li kampa Elrukban dibe dermafê koçberên Sûrî yên ku di rewşeke trajîdî de dijîn, di dema kêmbûna xwarin, av, şîrê zarokan û alavên pizîşkî, ji ber dorpêçkirina ku rijêma Esed li ser kampê sepandiye û bersivnedana daxwazên hawarçûnê ji hêla Netewên Yekbûyî ve, û kêmkirina ava ku derbasî kampê dibe ta bûye nîvê qebareya ava berê, tevî pêlên germê yên ku dever têde dijî.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza helwesteke navdewletî bo rawestandina dorpêçkirina malbatan di kampa Elrukban de ji hêla rijêma Esed ve dike, daku giyanê bihezaran sivîlên ku vê rijêmê di demeke berê ew de koçber kirine biparêze, û ji Netewên Yekbûyî daxwaza hilgirtina berpisyariyê û karê bi awayekî çalak dike, daku jiyana rûmetdar bo bi bidehên hezaran ji malbatên di kampê de re dabîn bike.
Koçberên kampa Elrukban niha di navbera du metirsiyan de dijîn, ya yekem mirina hêdî ye ji ber nebûna av, xwarin û dermên li kampê, û metirsiya duyem girtin, binçavkirin, îşkencekirin û kuştin e eger vegerin herêmên di bin kontirola rijêmê de, û hiştina wan di vê rewşê de tawanek e, yê li hember wê bêdeng dimîne mîna yê sûcdar e.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
03 tebax 2022