Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, ciwanê Sûrî Ehmed Kinco xelat kir, û tekez kir ku ew nimûneya ciwanên Sûrî yên ku bi rûmeta xwe serbilind in, û di karê xwe de serketî ne, û li kuderê bin rûmeta xwe diparêzin.
Û ev yek di dema pêşwaziya Hevbendiya Niştimanî duh roja Sêşemê ji xortê Sûrî Ehmed Kinco re li baregeha Emîndariya Giştî li Istenbûlê hat, û Elmislit tekez kir ku çîrokên serkeftin û serbilindiyê li bal ciwanên Sûriyê reseniya wan diyar dike, û tekez dike ku ew avakerên Sûriya pêşerojê ne.
Û got ku ciwanê Sûrî Ehmed Kinco yek ji van nimûneyên geş e, û got ku Kinco bi zimanê her penaberekî Sûrî bi civaka Tirkiyê re axivî, û ew zimanê serbilindiya vî gelî ye, yê ku spasiya kesên ku piştgirî dane wî dike, bêyî ku reseniya xwe ji bîr bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî