Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit, tekez kir ku bêdengiya navdewletî derbarê tirajîdiya derbideran li kampa Elrukban, rewşa nebaş ya malbatên kampê xerabtir dike, nemaze li gel dorpêçkirina kampê ji hêla rijêma Esed ve, û kêmkirina avê ta nîvî qebareya wê di dema pêlên germê de.
Û Elmislit bal kişand ser ku rêjîma Esed di cîbicîkirina tawanên dorpêçkirina kampa Elrukban de berdewam e, weku berê li gelek bajarên Sûriyê cîbicî kiriye, bi armanca kontrolkirina kampê û tolhilanîna ji nişteciyên wê, û daxwaza Desttêwerdana navdewletî bi awayekî lezgîn ji bo rizgarkirina jiyana malbatên kampa Elrukban û dabînkirina jiyaneke rûmetdar ji wan re kir.
Û derdeseriya niştecihên kampa ku li devereke biyabanî ya li ser sînorê Sûriyê û Urdinê ye didome, ji ber kêmbûna ava vexwarinê ya ku ji Urdunê digihê kampê bi piştgiriya Rêxistina Navdewletî (UNICEF) .
Û Niştecihên kampê behsa kêmasiya Netewên Yekbûyî di peydakirina avê de di dema pêleke germ a dijwar de ku li deverê dide kirin, û xelkê hundirê kampê metingên nerazîbûnê li dar xistin, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kirin ku demjimêrên hatina avê zêde bibin û cûreyê wê baştir bibe, û metingêran pankert hildan, tê de daxwaza çareserkirina pirsgirêka tîbûnê ji ofîsa Netewên Yekbûyî ya li Umanêkirin.
Û di vê çarçoveyê de çalakvaninan li ser medyaya civakî helmeteke elektronîk di bin navê Rizgarkirina Kampa Elrukban de dest pê kirin, daku bala rêxistinên mirovî yên ku di warê Sûriyê de dixebitin bikşînin ser derdeseriyên 7500 penaberên ku li kampê dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî