Rawengeha Euro Medhuman Rigats, eşkere kir ku bi salan e milîsên PYDe yên terrorist, bêhtir ji 4000 kes ku nêzîkî 750 zarokî di nav wan de hene, di mercên mirovî yên pir xerab de bê dadgehkirin an rêşûnên yasayî yên guncaw girtî ne.
Û di daxuyaniyekê de duh Sêşemê, Rawengeha Euro Medhuman Rigats, berdewamiya piştevaniya navdewletî ji milîsên PYDe re yên ku deverin berfireh li bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol dikin tevî beşdarbûna wan di binpêkirinên giran dijî mafên mirovan de rexne kir.
Û Rewangehê got ku milîsên PYDe hîn jî piştgiriya siyasî, leşkerî û darayî ji hin dewletan werdigirin, bêyî ti sînordarkirinên girêdayî bi rêzgirtina mafên nişteciyan li deverên ku di bin kontrola wan de, nemaze girtîgehên ku milîsên PYDe têde bi dehên hezaran kes girtine û di mercin nemirovane de ne.
Û Rewangehê diyar kir ku bi hezaran girtî di girtîgehên milîsên PYDe de di şert û mercên dijwar de dijîn, û bi taybetî zarokên di nav wan de rastî rewşên pîs tên, û gef li ser tenduristiya wan ya laşî û derûnî heye.
Û berpirsê operasyonê yê rawengehê Anas Jercawî got ku dewletên ku piştgirîya milîsên PYDe dikin divê zanibin ku pereyên ku ew didin wan milîsan beşdariyê bi awayekî rasterast di cîbicîkirina binpêkirinên hovane yên dijî mafên mirovan dikin.
Û Rawengeha Euro Medhuman Rigats ji dewletên ku piştgiriya milîsên PYDe dikin daxwaza rawestandina piştgiriyê ji ser wan milîsan kir, ji bo serbestberdana bi sedan zarokên li bal wan, yên ku bê dadgehkirin û bê sedemên yasayî hatine girtin, fişarê li milîsên PYDe bikin, û rewşa mirovî li hemû navendên binçavkirinê baştir bikin, ji bo misogerkirina dabînkirina pêdiviyên bingehîn bo girtiyan, û di pêşî de guhdana tenduristî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî