Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke awarte bo gengeşekirina rewşa jiyana xirab li kampa Elrukban û şert û mercên dorpêçkirina wê ji aliyê rêjîma tawankar ve û pêwîstiya desttêwerdana navdewletî ya bilez li dar xist, herwiha pirsgirêka kêmbûna avê li bajarê Babê û pêşhatên meydanî û siyasî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, tekez kir ku bêdengiya navdewletî li hember tirajîdiya derbiderên kampa Elrukban û rewşa nebaş ya malbatan têde xerabtir dike, nemaze bi dorpêçkirina kampê ji hêla rijêma Esed ve û kêmkirina qebareya avê ta nîvî, di dema pêlên germê de.
Û bal kişand ser ku rêjîma Esed di tawanên dorpêçkirinê li ser kampa Elrukban weku berê li ser çend bajarên Sûriyê bi armanca kontrolkirina kampê û tolhilanînê ji nişteciyên wê berdewam e, û daxwaza desttêwerdaneke navdewletî ya bilez bo rizgarkirina jiyana malbatên di kampa Elrukban de û dabînkirina jiyaneke rûmetdar ji wan re kir.
Û Desteya Siyasî çareseriyên gengaz ji kêşeya avê re li bajarê Babê piştî berdewamiya birrîna ava ku ji wizgehên di bin kontirola rijêmê de tê û ji ser bajar û gundewarên babê ji hêla rijêma Esed ve hatiye birîn gengeşe kir, û behsa rewşa dijwar yaku niştecihên bajar û gundewarê wî ji ber kêmbûna avê dikişînin kir, û li lêkolîna pirojeya kişandina avê ji xala herî nêzîk ji ava ferêt temaşe kirin.
Û amadebûyan rewşa meydanî û tawanên rijêmê û Rûsiya yên berdewam li bakurê Sûriyê û binpêkirin û tawanên berdewam tevî hebûna rêkeftin û daxwazên agirbestê berçav kirin, ji ber nebûna helwesteke navdewletî ya cidî û rêgir ji wan re, tevî hebûna nîşanên hûrbîn û tam li ser yên ku tawan pêkanîne, her weha li ser qurbaniyên bêguneh.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî