Îro roja pênşemê danê sibehê, civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî rûniştinên xwe yên xola 63mîn dest pê kirin, û di roja xwe ya yekemîn de gelek pêşhatên meydanî û siyasî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî dorpêçkirina kampa Elrukban û pirsgirêka avê li bajarê Babê, û raportên karê Desteya Serokatiyê û Desteya Siyasî û Emîndariya Giştî hatin pêşkêşkirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, tekez kir ku hêzên şoreşê û rikberiya Sûrî ta niha pêgirên piransîpên xwe yên rûxandina rêjîma Esed û avakirina dezgehên dîmoqrasiyê yên berdêl in, daku daxwazên gelê Sûriyê yên azadî û rûmetê pêk werin.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî li ser rêxistinkirina rêzên xwe û xurtkirina karê komîte û deste û ofîsên xwe û tevlêkirina xwîna nû di nav saziyên şoreşê de kar dike, herweha gelek civîn û serdanan li gel saziyên Sûrî û çalakvaniyên şoreşgerî û kombend û komeleyan li deverên rizgarkirî li dar dixe.
Û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî kar ji bo pêşkêşkirina destpêşxeriyên nû derbarê doseya Sûrî dike, daku nehêle rêjîma Esed astengkirina piroseya siyasî û pûçkirina wê bidomîne, bi armanca gihiştina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn yaku veguhestineke siyasî ya tam pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî