Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, raporta karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civîna wê ya xola 63yemîn de pêşkêş kir, û li ser pêşhatên siyasî û meydanî yên dawîn li Sûriyê bi taybet pirosesa siyasî û pêşketinên diyaloga Kurdî-Kurdî axivî.
Û tekezî li ser nebûna asoyên çareseriyeke siyasî di dema serhişkiya rijêma Esed de li hember hemû mijarên li ser maseya danûstandinan yên li Cinêvê di bin sîwana navdewletî de dibin kir, ji bilî nebûna vîna navdewletî bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî pirsa Sûriyê û sizakirina rijêmê li ser tawanên ku dermafê sivîlan hatine pêkanîn.
Û bal kişand ser hewlên vegerandina derbider û koçberan bo cih û warên wan li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê, û cext kir ku ev dosya pêşinde ye li bal nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiyê de, û got ku kar li gel aliyên têkildar ji bo vegera hemiyan û vegerandina mafên wan berdewam e.
Û Beşar li ser rola PYDe di nehiştina vegera kurdan bo deverên wan û têkbirina diyaloga kurdî-kurdî di riya berdewamiya dûvîtiya PYD ji Partiya Kaerkirên Kurdistan re, ya ku ew e ya desthilatdariya deverên kurdî dike, nemaze di dema nebûna stratejiyeke zelal a rêveberiya Amerîka ya vê dosyayê axivî.
Û behsa koçberbûna mezin a kurdan ji deverên di bin kontrola PYDe de ji ber sedemên cuda kir, ji wan sedeman kêmbûna dahata xelkê û nebûna pêdiviyên bingehîn û xizmetguzariyên welatiyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî