Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di civîna xwe ya normal ya xola 63yemîn de, biryar da ku Desteya Serokatiyê û Desteya Siyasî ya niha, ya li gor madeya 20an ji yasaya bingehîn hatiye destnîşankirin, dê karê xwe ji do heyama 12 heyvan dirêj bike, û ew dem ji îro de dest pê dike.
Ev biryar li gor xalên sîstema bingehîn yên Hevbendiyê hat standin, piştî vegera li biryara Desteya Siyasî ya hejmar 10 ya roja 3/8/2022, ya bi erêkirina 69 endaman ji 77 endaman bû hat.
Û Desteya Giştî Selîm Idrîs weke endamê Desteya Siyasî li şûna Bedir Cemûs hilbijart, û tê zanîn ku Camûs dest ji karê xwe di Desteya Siyasî de berdaye, da xwe ji bo karê Desteya Danûstandinan ya Sûrî ya bûye Serokê wê vala bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî