Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, kiryarên tawanbarî yên ku milîsên girêdayî rêxistina PKK ya terrorist li parêzgeha Hesekê pê radibin, bi serdegirtina ser malan û girtina hejmarek ji endamên partiyên kurdî yên di Encûmena Niştimanî ya Kurd de, di herdû rojên derbasbûyî de şermezar dike.
Û van milîsên terrorist bi girtina ser malên hejmarek ji endam û kadro û rojnemevanên Partiya Demoqrat a Kurdiatanî- Sûriye rabûn, û rojnemevan Îzedîn Mehmod yê bi Navê Îzedîn Mela Naskirî, Salih Şelal, Fermez Ebdilkerîm Elî, Ebdilgefar Mihemed û D. Mihemed Eyo girtin, û êrişî ser mala Wês Şêxî Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî ya Sûrî kirin.
Bêserûşûnkirina kotekî û girtin û kuştina di bin îşkenceyê de, dijminkariya li ser mafê sivîlan ji aliyê milîsên girêdayî rêxistina PKK ya terrorist ve, yaku bi darê zorê xwe li ser Sûriyan wek desthilateke defakto ferz kiriye, û dermafê wan tawan û destdirêjî û binpêkirinan dike, tawanên cengê ne, divê kar bi hemû şêweyan bibe daku werin rawestandin, û kesên di ber wan tawanan de perpirsyar siza bibin.
Em wek Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, vê terora rêbazkirî ya ku ev milîsên terrorist dermafê Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Kurdên Sûrî û cûrbecûr pêkhatên Sûrî nemaze li Rojhilatê Ferêt pêk tînin şermezar dikin.
Hevbendiya Niştimanî careke din daxwaza derxistina milîsên biyanî yên ku teror û tundiyê li ser bingeha piştgiriya hin aliyên navdewletî pêk tînin ji welêt dike, û dem hatiye ku aliyên navdewletî lêvegereke lezgîn ji vê piştgiriyê re çêbikin, li gor tawanên teroristî yên van milîsan ku roj bi roj diyar dibin, û em daxwaza rawastandina piştgiriya van rêxistinên teroristî ji aliyê navdewletî dikin, û pitgiriya siyasî yaku di bin sîwana wê de tawan têne kirin hilînin.
Gelê sûrî di xebatên xwe yên bo ruxandina hikumdariya terorê û stemkariyê û avakirina dewleta hemwelatîbûnê de berdewam e, her weha jihevxistina tevaya rêxistin û milîsên terrorist û danîna dawiyeke vebir ji çi hebûna wan re li ser xaka Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 tîrmeh 2021