Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, germtirîn pîrozbahî bi boneya cejna qurbanê ya pîroz bo gelê me û umeta Erebî û Îslamî pêşkêş dike, di van rojên pîroz de, em pakrewanên xwe bibîr tînin, û rehme û mehderiya xweda bo wan dixwazin.
Cejna qurbanê tê û hîn bi dehezaran ji xelkê Sûriyê û qehremanên wê di zîndanên rijêma tawanbar de girtî ne, û cejn tê û hîn birînên gelê me xwînê dirêjin, û ta niha xelkê me rastî operasyonên hovane ji aliyê rijêma tawanbar û Rûsiya û Îranê ve tên, cejin tê û hîn rêyên çareseriyê girtî ne bi sedema helwestên navdewletî yên lawaz û sist û neberpisyar.
Tevî hemû tiştî, gelê me li ser berdewamkirina rêya xwe rijd e, takerêya xweragirî û çespandinê, rêya şoreşgerên ku tevî pîstirîn tawanên ku rastî wan tên, xweradestkirin red kirin.
Di destpêka vê xola serokatiyê ya nû ya Hevbendiya Niştimanî di heman dema cejna qurbanê de, em careke din pabendiyên xwe bi perensîpên şoreşa sûrî û daxwazên gelê me yên rewa di bidestxistina azadî û rûmet û demoqrasiyê tekez dikin, û cextiyê li ser berpisyariya civaka navdewletî derbarê parastina mirovan dikin, û em ji bira û dostên xwe dixwazin ku li kêlek gelê me yê têkoşer rawstin, û destê alîkariyê bidin wan, ta bighînin hêviyên pêşerojeke baştir ji wan û zarokên wan re.
Em vê cejnê li tevaya pêkhatên gelê Sûrî pîroz dikin, û em bi hêviya tevlêbûna wan di xebatên civakî û mirovahî û şoreşgerî û siyasî de ne, ligel tekeziya li ser yekîtî û hevkariyê, û hêviya dawiyeke lezgîn û rûmetdar in bo vê qonaxa biêş ji dîroka Sûriyê, heyanî rûxandina rijêma tawanbar û gendel, û rizgarkirina tevaya girtiyan û vegera binçavkirî û koçber û penaberan, û bi helkefta cejna dahatî tevaya hêviyên gelê Sûrî bi xilasiya ji dagîrkerî û sitemkariyê pêk werin, û dewleta azadî û dadweriyê lidar bixin.
Şikodarî bo pakrewanan, saxlemî bo birîndaran, û azadî bo girtiyan.
Bijî Sûriya û bijî gelê wê yê azad û xweşewîst
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
19 tîrmeh 2021