Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Nûçeyên derbarê pêşwazîkirina Serokê Firansayê ji şandê milîsên PYDe yê terrorist cihê mixabiniyê û diltengiyê ye, her kesê ku rêya danûstandinê li gel vê milîsan veke ew têkliya yekser li gel Partiya Karkirê Kurdistanê PKKe radighîne.
Milîsên PYD bi têkliyeke ji kok de bi rêxistina PKK ve girêdayî ye, û ew jî têkliyeke tekez e, û kes nikare înkar bike, silogan û durişim û sembol û ramanên herdû rêxistinan di warê rêbaz û bawerî û stratîcî û siyasî û piratîkî hevbeş in, û belge û dîdevanî û gorên komî û doseya dijêj ji binpêkirinan wê yekê tekez dikin.
Milîsên PYD dermafê gelê Sûrî tawanên koçberkirinê û guhartina demografî û binpêkirinên mezin pêk anîn, û dest daniye ser samamên Sûriyê daku ejendeyên ne niştimanî yên ji derve pêk bîne, siyaset û pilanên vê milîsên teroristî hemahengî rijêmê ne û ji rijêma Esed hatiye birin, û ew jî bi temamî dijî daxwazên gelê Sûrî ne, û dijberî maf û hêviyên gelê Sûrî ne.
Binpêkirin û tawanên PKK dermafê sivîlên Sûrî bi curbecur pêkhatên gelê Sûrî berdewam in, û di serî de dermafê kurda pêk têne, yê ku çalakvanên xwe rastî lidûvçûn û binçavkirin û îşkencekirin û leşkeriya neçar tên, ew jî li gor yasaya navdewletî wek tawanên cengê ne.
Bêhtirî siyaseta Partiyê Karkirê Kurdistanê û destekên wê ji siyaseta rijêma Esed hatine wergirtin, û divê aliyên navdewletî yên ku tevlî piştgiriya girûp û rêxistinan bûne, careka dî li têkliyên xwe û piştgiriya wan milîsan temaşe bikin, û metirsiya vê milîsan nas bikin, û kar li ser jihev êxistina wê bi awayekî rêkûpêk bikin.
Bijardeyeke tenha heye û divê tevaya alî piştgiriya wê bikin, ew jî bijardeya veguhestina siyasî ye, yaku desthilatdariya rijêmê bidawî dike, û beşdariyê di derketina milîsên terrorist ji Sûriyê li gor biryarên navdewletî bike, daku bighêjin dewleta hemwelatiyê yaku têde tevaya Sûrî bi xêrûbêra welêt û azadî û rûmetê dijîn.
Daxwaza venasîna bi vê milîsên ku xwe li ser gelê Sûrî bi hêsin û agir sepandiye, binpêkirineke dermafê yekîtiya xaka Sûriyê, û gefê dide yekîtiya Sûriyê û saxlemiya gelê wê, û rijdiya li ser vê pêngavê dê doza Sûrî girêkokî bike, û ji riya siyasî bidûr xîne.
Û ketina bin fişarê an lobî an komên fişarê derbarê vê doseyê dê di çareyê de ne alîkar be, hemû fişar divê berve çareya siyasî li gor biryarên navdewletî bin, daku di xizmeta tevaya gelê Sûrî keve û hêviyên wî pk bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
20 tîrmeh 2021