Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hejmarek ji nameyan arasteyî Serokê Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî û Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Serokê Encûmena Ewlekariyê ya xola niha derbarê karên dijminkarî û tawanên ji aliyê Rûsiya û Îran û rijêma Esed li Cebel Elzawiyê û deverên gundewarê Idlib û Helebê di dema dikeve navbera 10 hezêranê û 18 tîrmeha niha pêk hatine kir.
Û Elmislit bal kişand ser ku diyar e rijêma Esed û alîgirên wê û piştgiriyên wê stratîciyeke rêbazkirî bikar tînin, ew jî dibe sedema zêdebûna hejmara qurbaniyan, di riya dubarekirina bombebarankirina eynî cîgihên ku berê armanc kirine, di dema pirosesa veguhestina birîndaran û valakirina avahiyan de, ev tişt jî dihêle ku hejmara pakrewan û birîndaran duqatî bibe, û dibe sedema kuştin û birîndarkirina kadroyên bizîşkî û endamên berevaniya sivîl.
Û Elmislit bal kişand ser ku êrîşên hovane di heman dema peyama sondê ya Serokê rijêma tawanbar de bû, û li gel gera şanzdehan ya civatên asîtanayê bû, ji aliyekî ve, û li gel Ezmûnên Xwendekarên herdû fêrnameya Amadekariyê û bekeloriya bû, yên ku bêhtirê xwediyên wan ji neçarî û bi sedema bombebaranê law û keçên xwe neşandin ezmûan, û di heman dema mewsima rakirina berhemên çandinê de bû, yaku weke jêdereke sereke ye ji debara jiyana xelkê deverê re, yên ku hejmarek mezin ji neçarî zeviyên xwe li şûn xwe hiştin, û di dema cejnê de yaku rijêma tawanbar û sponserên wê kirine civata şînê tê.
Û bal kişand ser ku dirustiya Netewên Yekbûyî li ber gumanê ye, û got ku berdewamiya xelasiya rijêma Esed ji cezayan dê gefê bide ser pêşeroja aştî û aramiyê li dever û cîhanê.
Û Elmislit ji hersê aliyan daxwaza tomarkirina vê yadnameyê di belgeyên xwe de kir, û ku wê yadnameyê li ser nûnerên dewletên endam belav bikin, û karên dijminkarî yên Rûsiya û rijêm û Îranê û rêxistinên terrorist şermezar bikin, û karê cidî bo rawstandina wan bikin, û rêşûnên çalak yên pabend raghînin, daku biryarên navdewletî cîbicî bikin, û sivîlên li Sûriyê rizgar bikin û biparêzin, û rêşûnên lêpirsînê yên pêwîst bistînin, daku nehêlin yên ku tevlî tawanan bûne ji cezayan rizgar bibin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya mafdana qurbaniyan kir, û daxwaz ji Rûsiya kir ku gelê Sûrî yê ziyan dîtiye di warê madî û derûnî de qerbo bike.
Û daxwaza karê li ser hilanîna nûnertiyê ji ser rijêma Esed di civatên navdewletî de bi sedema binpêkirinên perensîp û peymanê Netewên Yekbûyî kir, an bikîmanî kar li ser rawestandina rijêma Esed di mafê endamtiyê li gor madeyên 5 û 6 ji peymanê bikin.
Û Elmislit cext kir ku çareya ji kok de li Sûriyê tenê dê di riya veguhestina siyasî re be, û daxwaza piştgiriya xebatên rêya siyasî di riya cîbicîkirina tam ya daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê, nemaze 2118 û 2254 û biryarên Komeleya Giştî û jê 262/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî