Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Sibeha îro, roja sêyemîn ji cejna qurbanê, hêzên dagîrkerê Rûsî û hêzên rijêmê komelkujiyek pêk anîn, û di encama bombebaranê de 7 sivîl li gundê Îblîn yê gundewarê başûrê Idlibê şehîd ketin, 4 zarok di nav wan de hebûn, her weha hejmarek kes birîndar bûn, û hemû ji malbatekê bûn.
Pêşketinên meydanî û bombebarana bi topxaneyan û ya asîmanî yaku hêzên dagîrkerê Rûsî û hêzên rijêmê û milîsên Îranî pêk anîne, û sivîlên gund û gundewarên Idlibê armanc kirine, rewşê li Sûriyê ji nû de berve gurkirinê de dibe.
Ji aliyên navdewletî yên çalak tê xwestin ku desttêwerdaneke cidî bo rawestandina pilanên rijêmê û hevalbendên wê bikin, û divê rûbirûyî vê êrîş û gurkirina berdewam û niyetên tawankarî yên veşartî bibin, û em ji dewletên ereb ên bira bendewar in, ku helwestekê bistînin, daku fişarê zêdetir li ser civaka navdewletî di vê derbarê de bikin.
Bêdengiya civaka navdewletî li ser vê astê, tê wê wateyê ku ew nikarin biryarên xwe cîbicî bikin an berpisyariyê hilgêrin, û rê li pêşiya hîn bêhtir tawan û binpêkirinan li ser zemînê û encamên wê vedike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî careka din daxwaza cîbicîkirina pirensîpa berpisyariya di ber parastina nişteciyan ji jînosaydê û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê tekez dike, tevî cîbicîkirina beşê heftemîn ji peymanê li gor benda 1/60 a dîroka 16 êlona 2005an.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
22 tîrmeh 2021