Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rewşa girtiyên Sûrî di zîndanên Libnanê de û belavbûna vîrosa korona di nav wan de dişopîne, Hevbendiya Niştimanî li gel aliyên cûrbecûr derbarê rewşa bêhtir ji 1,800 Sûrîyên rastî rewşeke dijwar û ne mirovahî tên dişopîne, piştî ku bêhtirê wan bi hukmên zordar û nerewa hatine cezakirin.
Girtiyên Sûrî li ser hejmarek ji zîndanên Wezareta Berevaniyê ya Libnanî hatine belavkirin, wek ya Elrîhaniyê, Elremlê Elbeyda, Zehlê û ya Beelbek, lê bêhtirê wan di girtîgeha Romiyê de ne, û berevajî raghandinên fermî yên Libnanî, raporên rojnemevanî û agahiyên ji hundir zîndanê têne der dibêjin ku vîrosa korona bi awayekî mezin di hundir beşên mişt ên girtîgehê belav bûye.
Hejmara pêketiyan di zîndana Romiyê de zêdetir ji 300 kesî ye, jê 139 Sûrî ne û navên wan hatiye belgekirin, 40 ji wan pêketiyan rewşa wan xirab e, lewra ew vegustin nexweşxaneyan, û hejmarek ji wan bendewarê çarenûseke nediyar in, di dema guhnedan û tinebûna rêşûnên parastinê, û jêderin tekez dikin ku tîmê pizîşkî yê zîndanê qels e, û tenê textorek di zîndanê de heye, û bi ser de derman jî pir hindike.
Komkirina girtiyan di rewşa bobelatî de kiryarekî ne mirovahî ye û ne sincî ye, her weha binpêkirina yasaya navdewletî ye, dighê asta tewanên dijî mirovahiyê.
Ji Hikûmeta Libnanî tê xwestin li gorî Yasaya Navdewletî ya mirovahî bide û bistîne, daku komkujiyek dermafê girtiyan çênebe, û divê liveke cidî bikin daku rewşa zîndanê û pirsgirêka pirbûna hejmarê bi awayekî yekser çareser bikin, û guhdana tenduristî ya temam û derman û xwarina guncaw dabîn bikin, her weha rêşûnên xweparastin û cudakirinê bisepînin, û bihêlin ku endamên hêzên asayîşê bi erkê xwe rabin, û çi pirosesên lêgera ne pêwîst hebin dibe werin bipaşxistin ta ku rewşên guncaw dabîn bibin.
Û divê nexweşxaneyên guncaw werin dabînkirin, daku yên rewşa wan xerab veguhêzinê, û agahiyên durist ji girtiyan re dabîn bikin, daku nûçeyên sexte û gotgot û bêserûberiyê belav nibin.
Ji aliyên pispor yên Libnanê tê xwestin ku nehêlibin girtinên nerewa çêbibin, û yekser rewşa girtina demdirêj a bê dadgehkirin bidin rawestandin, û tevaya biryarên girtin û hukmên dermafê girtiyan derketine careke din hûrbîn bikin, û kar li ser çalakkirina mîkanîzmên serbestberdan û lêborînê derbarê yên metirsiya wan li ser civakê tune ne bikin, û di pêşî de girtiyên Sûrî, û destûrê bidinê ku bighên deverên ewle yên ew hildibjêrin.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji saziyên mafnasî yên Navdewletî û Xaça Sor ya Navdewletî dixwaza serdana zîndana Romiyê û zîndanên libnanê yên din bike, daku li ser rewşa girtiyan bisekinin, û ji bo misogerkirina saxlemiyê temîniyên pêwîst ji wan re werin pêşkêş kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
23 îlon 2020