Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku rewşa girtiyên Sûrî di zîndanên Libnanê de û belavbûna vîrosa korona di nav wan de dişopîne, û bal kişand ku li gel aliyên cûrbecûr rewşa bêhtir ji 1,800 Sûrîyên rastî rewşeke dijwar û ne mirovahî tên dişopîne, piştî ku bêhtirê wan bi hukmên zordar û nerewa hatine cezakirin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de diyar kir, ku Girtiyên Sûrî li ser hejmarek ji zîndanên Wezareta Berevaniyê ya Libnanî hatine belavkirin, wek ya Elrîhaniyê, Elremlê Elbeyda, Zehlê û ya Beelbek, û bal kişand ku bêhtirê wan di girtîgeha Romiyê de ne, û got ku berevajî raghandinên fermî yên Libnanî, raporên rojnemevanî û agahiyên ji hundir zîndanê têne der, dibêjin ku vîrosa korona bi awayekî mezin di hundir beşên mişt ên girtîgehê de belav bûye.
Û Hevbendiya Niştimanî zelal kir, ku hejmara pêketiyan di zîndana Romiyê de zêdetir ji 300 kesî ye, jê 139 Sûrî ne û navên wan hatiye belgekirin, 40 ji wan pêketiyan rewşa wan xirab e, lewra ew vegustin nexweşxaneyan, û hejmarek ji wan bendewarê çarenûseke nediyar in, di dema guhnedan û tinebûna rêşûnên parastinê, û jêderin tekez dikin ku tîmê pizîşkî yê zîndanê qels e, û tenê textorek di zîndanê de heye, û bi ser de derman jî pir hindike.
Û Hevbendiyê tekez kir ku Komkirina girtiyan di rewşa bobelatî de kiryarekî ne mirovahî ye û ne sincî ye, her weha binpêkirina yasaya navdewletî ye, dighê asta tewanên dijî mirovahiyê.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku ji Hikûmeta Libnanî tê xwestin ku li gorî Yasaya Navdewletî ya mirovahî bide û bistîne, daku komkujiyek dermafê girtiyan çênebe, û divê liveke cidî bikin daku rewşa zîndanê û pirsgirêka pirbûna hejmarê bi awayekî yekser çareser bikin, û guhdana tenduristî ya baş û derman û xwarina guncaw dabîn bikin, her weha rêşûnên xweparastin û cudakirinê bisepînin, û bihêlin ku endamên hêzên asayîşê bi erkê xwe rabin, û çi pirosesên lêgera ne pêwîst hebin, werin bipaşxistin ta ku rewşên guncaw dabîn bibin.
Û cext kir ku divê nexweşxaneyên guncaw werin dabînkirin, daku yên rewşa wan xerab veguhêzinê, û agahiyên durist ji girtiyan re dabîn bikin, daku nûçeyên sexte û gotgot û bêserûberî belav nebin.
Û Hevbendiyê ji aliyên pispor yên Libnanê xwest ku nehêlin girtinên nerewa çêbibin, û yekser rewşa girtina demdirêj a bê dadgehkirin bidin rawestandin, û tevaya biryarên girtin û hukmên dermafê girtiyan derketine careke din hûrbîn bikin.
Û daxwaza kar li ser çalakkirina mîkanîzmên serbestberdan û lêborînê derbarê yên metirsiya wan li ser civakê tune ne kir, û di pêşî de girtiyên Sûrî, û destûrê bidinê ku bighên deverên ewle yên ew hildibjêrin.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza serdana zîndana Romiyê û zîndanên libnanê yên din ji saziyên mafnasî yên Navdewletî û Xaça Sor ya Navdewletî kir, daku li ser rewşa girtiyan bisekinin, û ji bo misogerkirina saxlemiyê temîniyên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî