Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Peyva Nûnerê Herdemî yê Erebistana Siûdî duh di Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî de, tiştê ku di dilê xelkê Sûriyê de anî ziman, û rastiya ku li ser xakê çêdibe vediguhêze.
Hevbendiya Niştimanî helwestên neguhêr ên Erebistana Siûdî û rola wê di têkbirina pilanên normalkirina têkliyan bi rijêmê re û piştgiriya Erênî ji tevaya biryarên navdewletî re yên derbarê doseya Sûriyê bilind dinirxîne.
Helwestên Qiralgehê berê û hîn jî li kêleka gelê Sûrî ne, di xebata wî ya dijî terrorê û tawanên ku rijêma Esed û milîsên Îranî pêk tînin de.
Em careke dî tekeziyê li ser baweriya xwe dikin bi rola siyasî û diplomatîk a giring a Erebistana Siûdî ku dikare doseya çareyê li Sûriyê bilivîne, û civaka navdewletî berve cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê û di serî de herdû biryarên 2118 û 2254an bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
17 kanûna pêşî 2021