Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û Desteya Siyasî pilana Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen ya ku nav lê dibe “Gavek bi Gavekê” gengeşe kir, û dît ku ev gav nakeve berjewendiya çareya siyasî yaku şanderê navdewletî birêve dibe, lêbelê pilanê ji rêya pirosesa siyasî derdixe, û encamên wê dikevin sepeta rijêmê û careke din wê vejên dike, û cextî li ser pêwîstiya pabendiya Şanderê Navdewletî bi erkên xwe yên jê re hatine biryardan di rêxweşkirina danûstandinan de kir, daku bighêje çareya siyasî li gor biryarên navdewletî nemaze daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Û amadebûyan daxwiyaniyên ji aliyê Serokê Encumena Niştumanî ya Kurdî Siûd Mele derketine gengeşe kirin, û nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurdî tekez kirin ku ew ragihandinin kesayetî ne û ne li gor siyaset û helwestên Encumena Niştimanî ya Kurdî ne, û tekez kirin ku Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurdî daxwiyaniyeke rojnemevanî derxist û têde tekezî li ser pabendiya pirensîpî ya Encumen bi helwest û nerînên xwe yên eşkere û diyarkirî wek hevparê xem û karê niştimanî li gel rikberiya Sûriyê, wek Pêkhatekî Bingehîn di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiyê de kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser encamên gera ku Şandekî ji Hevbendiyê yê ku ji Cîgira Serok Ruba Hebûş û endamin ji Hevbendiya Niştimanî pêk dihat bo deverên rizgarkirî pê rabûne pêşkêş kir, û di gerê de bi nûnerên çalakiyên sivîl û şoreşgerî û rayedarên Artêşa Niştimanî û Encumena Hozan û saziyên cîbicîkar û yên xizmetkariyê li gundewarê Heleb û Hesekê re civiya.
Û Cîgira Serok Ruba Hebûş li ser beşdariya xwe di rahênana ku Saziya Jinên ji bo Aştiyê li ser “tundiya dijî jinê di siyaset û mîkanîzmên wê yên yasayî de” bi boneya Roja Navdewletî bo Hilanîna Tundiya Dijî Jinê lidar xistiye, û li ser rola rahênana siyasî yaku Desteya Jinê ji hejmarek ji jinan re li Îyaleta Gazî Entabê lidar xistiye axivî.
Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat, rapora civaka bûrî û şopandinên pêve girêdayî berçav kirin, û li ser giringtirîn bûyerên siyasî yên heftiyê li ser asta navdewletî û herêmî yên têkildarî doseya Sûrî axiv.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî